Bi rojan e ceryana du gundên Amedê tune ye 2024-04-09 23:21:47   AMED – Li Gundê Çermo ya girêdayî navçeya Sûrê ev 4 roj in û mezraya Yakûtlar ya girêdayî Gundê Geliyê Qasan ya navçeya Pasûrê ev hefteyeke ceryan nîn e. DEDAŞ pê re eleqedar nabe.   Şîrketa Anonîm ya Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ev 4 roj in (ariza) ceryana Gundê Çermo ya girêdayî navçeya Sûra Amedê û ev hefteyeke jî ya mezraya Yakûtlar ya girêdayî Gundê Geliyê Qasan ya navçeya Pasûra Amedê çareser nake. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin li mezraya Yakûtlar a Geliyê Qasan ev hefteyeke ceryan nîne. Her wiha li Gundê Çermo ya navçeya Sûrê ku 28 kîlometreyan ji Amedê dûr e, jî ev 4 roj in santral şewitiye û ji 4 faz an tenê fazek dixebite. Li gund çend malan ceryan heye, lê malên girêdayî her sê fazên xirabe ceryan nîne. Li gorî gotinên gundiyan ev çend roj in li DEDAŞ’ê digerin û DEDAŞ ji wan re dibêje ku ‘Em ê bên û çareser bikin.’ lê heta niha neçûne.   ‘EV 4 ROJ IN CERYANA GELEK GUNDIYAN NÎN E’   Ji gundê Çermo yê girêdayî navçeya Sûrê Huseyin Gokmen ku me bi rêya telefonê xwe gihandiyö, got ku ev 4 roj in ji ber ku santral qetiyaye ceryana gelek gundiyan nîne. Gokmen, anî ziman ku wan gelek caran li DEDAŞ’ê geriyane û wiha berdewam kir: “Yan bersiva me nadin, gava didin jî soza hatinê didin. Lê ev 4 roj in ti tîm nehatine û çareser nekirine. Gundê me fûll dengê xwe dide DEM Partiyê, ez wisa difikirim ku ev yek danekirina (yaptırım) hilbijartinê ye. Gundê li kêleka me dengê xwe dide AKP’ê û ti pirsgirêkên wan yên wiha nînin. Çima gundê me ceryan nîne. Ji xwe xwestekeke me ya cuda ji wan nîne, lê em baca xwe didin. Bila li gorî vê yekê xizmetê ji bo me jî bikin. Ma em mecbûr in wiha bijîn?”   AVA GUND JÎ PIRSGIRÊK E   Her wiha Gokmen, diyar kir ku qeyûm heta niha av jî nedaye gund û wiha got: “Ji xwe ava gundê me jî nîne. Di serdema Gulten Kişanak de ava şebekeyê hat gundê me, lê qeyûm ew jî birî û ava me ya şebekê nayê. Ev doza çi ye?”   ‘GELO HÛN GELÊ AMEDÊ CEZA DIKIN’   Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî li ser malpera xwe ya X’ê bertek nîşanî DEDAŞ’ê da û wiha got: “Li Gundê Çermo ya navçeya ma ya Sûrê 4 roj in û li mezraya Yakûtlar ya Gundê Geliyê Qasan a navçeya me ya Qûlpê jî ev hefteyeke ceryan nîne. Gelek malbat bi rojan in bê ceryan dijîn. Birêz rêveberiya DEDAŞ’ê, hûn çima bersiv nadin xwestekên gundiyan û li telefonên wan venagerin? Çima hûn nikarin (arıza) yên wiha biçûk çareser bikin? Gelo qey hûn ji ber encamên hilbijartinê gelê Amedê ceza dikin?”