Jinên Sêrtî: Di hilbijartinê çi bikeve ser milê me em ê bikin 2018-05-17 09:22:26 SÊRT - Li Sêrtê jinan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de reqorê bişkînin û ji bo ew 3 wekîlan bi dest bixin çi ji destê wan bê ew ê bikin.  Li Sêrta ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de HDP'ê ji 3 parlementeran 2 parlementer bi dest xistin, jinan diyar kir ku ew ê di hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de 3 parlementeran bi dest bixin û ji bo vê yekê çi ji destê wan bê ew ê bikin.    'PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKAMAKÎ BI HDP'Ê PÊKAN E'    Xwendekara zanîngehê Berîvan Tatli (22) anî ziman ku rexneya herî biçûk a li îktîdarê tê kirin jî wekî sûc tê hesibandin û got: "Li vî welatî tenê bi HDP'ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî pêkan e. Ev yek jî bi îktîdara HDP'ê û siyaseteke çalak a muxalif a HDP'ê pêkan e. Em jin û xwendekar di pêvajoya Rewşa Awarte de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ji bo ev nêvenga ku rexneyeke herî biçûk jî sûc tê hesibandin ji holê bê rakirin, çi ji destê me bê kirin em bikin û ji bo serketina HDP'ê bixebitin."    'EGER AŞTÎ Û BIRATÎ ÇÊBIBE DÊ REWŞA ABORIYÊ JÎ BAŞ BIBE'   Makbule Kaya (55) jî diyar kir ku sedema ku rewşa aboriyê nebaş e, îktîdara siyasî bi xwe ye û êdî betalî û zemên tên kirin pişta gel şikandine. Kaya got: "Em tenê aştiyê dixwazin. Li welatekî demokratîj eger aştî û biratî hebe, dê rewşa aboriyê baş bibe. Li vî welatî beriya aboriyê ez aştiyê dixwazim. Eger aştî çêbibe û welat demokratîk bibe dê hêdî hêdî rewşa aboriyê ya welat baş bibe. Îro em bi 100 lîreyî diçin bazarê, lê em nikarin pê kîsikê xwe tije bikin. Lê 3 sal berê ev yek ne wisa bû. Divê em bêjin êdî bes e."    Dayika Aştiyê Maşallah Işik Aslan jî diyar kir ku li vî welatî HDP partiya sêyemîn e û got: "Çima parlementer girtîne, ma ev edalet e? Selahattin Demirtaş vîna me ye. Niha hemû namzet li qadan diaxivin lê Demirtaş naaxive. Ka kuderê vê wekhevî ye, ka kuderê vê biratî ye."    Aslan, destnîşan kir ku ew ê li Sêrtê xwedî li dengan derkevin û ew ê îsal hemû parlementeran bi dest bixin. Aslan got: "Çi dikin bila bikin, dîsa jî HDP partiya yekemîn e. Çi bikeve ser milê min ez ê bikim. Dê Dayikên Aştiyê hemû çi bikeve ser milê wan bikin û dê xwedî li dengê xwe derkevin. Lê bar dikeve ser milê ciwanan. Ev hilbijartin, hilbijartina aştiyê ye, loma bang hemû ciwanan dikim divê hem xwedî li dengên xwe derkevin hem jî li hilbijartinê derkevin."