EHP: Em ê ji bo HDP'ê bi dengekî bilind qadên bajaran bihejînin 2018-05-17 09:21:28 STENBOL - Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê bi van gotinan "Roj roja me ye, serdem serdema me ye" nirxand û got: "Ji bo deng bidin HDP'ê, Selahattin Demirtaş em ê bi dengekî bilind qadên bajaran bihejînin."  Partiya Tevgera Kedkar (EHP), daxuyand ku ew ê di hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê û Namzetê Serkomariyê Selahattin Demirtaş. Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn, hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê ku 38 roj jê re mane nirxand. Ûzûn, diyar kir ku ji ber rewşa aborî, polîtîkaya derve û krîza nebirêvebirina welat biryara hilbijartinê hatiye dayîn û dawiya 16 salên serdema îktîdara AKP'ê tê.    'EM Ê QADAN BIHEJÎNIN'   Ûzûn anî ziman ku ew EHP, ew ê di pêvajoya hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de "Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê" bi rêxistin bikin û ew ê di hilbijartinê de HDP û namzetê wê yê serkomariyê Selahattin Demirtaş destek bikin û got: "Wekî hilbijartina 7'ê Hezîranê, xala herî girîng ew e ku HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî bendavê derbas bike. Eger em ê serokatiyê rawestînin û hedefa me li Meclîsê piraniyê bi dest bixin be, nexwe tişta girîng ew e ku HDP siyaseteke hilbijartinê a çalak bi rê ve bibe û HDP bendavê derbas bike. Her wiha namzetiya Demirtaş û azadiya wî bivênevêya me ye. Ji bo careke din ji rejîma yek zilamî re na bê gotin û ji bo siyaseta Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş navekî bivênevê ye."    Ûzûn, destnîşan kir ku li hemberî îktîdarê civak alternatîfên xwe diafirîne û ji bo vê yekê jî natengije û got: "Loma wisa difikirim ku ev atmosfera siyasî pir dewlemend e. Li hemberî hemû çewisandin, êrîş û zilmê gelê kurd xwedî li partiya xwe derket. HDP siyaset hilberand, kongreya xwe li dar xist û namzetê xwe diyar kir. Me di pêvajoya vê hilbijartinê de careke din dît ku awayê têkoşînê ya li civakê peyda bûye bi tu awayî bi paş ve neçûye." Ûzûn ku got "roj roja me ye, serdem serdema me ye" destnîşan kir ku divê bi awayekî çalak xwedî li pêvajoya hilbijartinê bê derketin û got: "Ji bo deng bidin HDP'ê, Selahattin Demirtaş em ê bi dengekî bilind qadên bajaran bihejînin. Ji bo Demirtaş bimîne tûra duyemîn û ji bo HDp bendavê derbas bike, çi ji destê me bê divê em bikin."