Dîtin ku têkiliya wî bi FETO re nîne, ji ‘propagandayê’ doz lê vekirin 2018-05-17 09:18:12   WAN – Rojnameger Adnan Bîlen ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îxrac kiribûn. Şaredariyê Bîlen bi FETO’yê sûcdar kir. Dozgeriyê derbarê Bîlen de lêpirsîn da destpêkirin û dozgeriya dît ku têkiliya wî bi FETO re nîne bi îdiaya “Propaganda KCK û PKK kiriye” doz lê vekir.    Rojnameger Adnan Bîlen Midûrê Çapemeniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dikir. Bîlen bi îxrackirinê ji kar hat derxistin. Bi îdiaya sûcdariya FETO giliyê Bîlen ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê re hat kirin.    Dozgeriyê der barê Bîlen de ji xeta wî ya telefonê bigire heta hesabên medya civakî, kartên bankayê û abonetiya rojnameyan lêpirsîn da destpêkirin. Her wiha dozgeriyê ka Bîlen endamê FETO’yê an na ji Miduriyeta Polîsan û Wezareta Karê Hundir agahî xwest. Piştî lêkolînên li ser Bîlen hatin kirin, hat fêmkirin ku tu endamtiyek wî bi FETO re nîne.    Miduriyeta Polîsan Wanê hin nîşeyan şand dozgeriyê diyar dike ku “Ne endamê FETO ye” lê bes îdia dike ku “Poropaganda PKK û KCK” kiriye.    Li ser vê nîşeya agahiyên ji dozgeriyê hatin şandin bi îdiaya Bîlen “Propaganda PKK û KCK’ê kiriye” doz vekir û îdianame amade kir.    Di îdinameyê de parvekirinên medya civakî yên Bîlen wek hêmanên sûc nîşan da.    PARVEKIRINA NÛÇEYÊ JÎ KIRIN SÛC    Yek ji van parvekirinên Bîlgen ew e ku nûçeya “Têkildarî bûyera Tahîr Elçî ji YDG-H’ê daxuyanî” ya der barê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin e.   Parvekirinên Bîlen ên mîna “Niha jî dema em wesiyata wan xweşikên ji me qût kirin bînin cih” û “Ez hêvîdar im Tirkiye dê li dinya din tune be” wek “Praopaganda rêxistinê” nîşan da.    ‘OCALAN Û ROJNAMEYA OZGURLUKÇU’ KIRIN SÛC    Parvekirina Bîlen a der barê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya qeyûm tayînî ser kirin de jî kirin sûc. Parvekirinek din jî ew e ku Bîlen ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi boneya gotina “Rêberê Gelê Kurd” nivîsandiye bûye mijara sûcdariyê.    Doza der barê Bîlen de vebû dê di 19’ê tîrmehê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.