Zarokê nexweşîna epîlepsî li benda derman kirinê ye 2017-10-13 09:35:30 STENBOL - Zaroka 4 salî ya ji ber nexweşîna epîlepsî, korbûna çav û sistokî masûlke ji Kastamonê hat Stenbolê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Stebolê di Gulana 2018’an randevû da zaroka biçûk.  Li Tirkiyeyê her ku diçe pergala tendirustiyê xirab dibe. Ji ber ku desthilatdarî li çaredariyê nagere, mexdûriyeta mirovan didome. Bi taybetî di salên dawî de pergala randevû dayîna nexweşxaneyan bi pirsgirêke û dibe sema mirina nexweşan. Zaroka epîlepsî, korbûna çav û sistokî masûlke ya 4 salî Nazli Kocandag ji ber ku nexweşxaneya Kastamonê ji nexweşiya wê re nebû çareser, berê xwe da Stenbolê. Naxweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Stanbolê di Gulana 2018’an de randevû da zaroka biçûk. Piştî lêpirsînên cûda yên Nexweşxaneya Zarok û Welidandina Jinan a Suleymaniyê ya Fatîhê, zaroka biçûk sewqî  Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Stebolê kir. Hat zanîn ku bijîşkê anestezî ji bo kişandina MR 17’ê Gulan 2018’an û ji bo biçe gel bijîşk jî 23’ê Gulan 2018’an randevû da.      'NEVIYA MIN DIHELE'   Bapîrê Nazli Kocandag a 4 salî Huseyîn Karakuş, diyar kir ku her roj derbas dibe neviya wî dihele û wiha axivî: “Neviya min hêdî hêdî kor dibe. Ji bo bê dermankirin me ji Kastamonê hatin Stenbelê. Lê li vir ji me re gotin dê rewşa wê xerabtir bibe. Li Nexweşxaneya Zarok û Welidandina Jinan a Suleymaniyê filme mejiyê wê hat girtin û gotin dê pîl li mejiyê wê bixin. Lê ji bo kişandina filme MR û anestezi Gulan 2018’an randevu dan me. Zarok na axive, nabîne, birêve naçe û kîlo dide. Li ji her kesê alîkarî dixazin.”    'CIHÊ TU DIXWAZÎ GILÎ BIKÎ, BIKE'   Karakuş, da zanîn ku wî bi dehan car ji rayedarên nexweşxanê û bijîşkan re gotiye pêvjoya randevûyê pir dirêje û wiha bi dawî kir: “Lê wan ji min re got ‘Cihê ku tu dixwazî gilî bikî, bike.’ Ev zarok mir ne mir dê agahiya kesekê jê çênebe. Ez pir bêçareme. Ligel ku karta şîn a neviyê min heye jî pareyê dermankirina wê ez didim. Ez tenê dixwazin neviya min birêve biçe. Dayika wê xwe li ber nexweşiya wê ranegirt û niha li Karabukê di aliyê derûnî de tê dermankirin.”