ROJEVA 17'Ê GULAN 2018'AN 2018-05-17 09:00:40 * Di ser kuştina Remziye Borê re 2 sal derbas bûn. Keça wê Neval tenê ji wêneyan diya xwe nas dike. Neval ku ji meta xwe ya ew mezin dike dibêje "dayê", tenê li girtîgehê bavê xwe dibîne.  * Fehmî Akten, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê partiya herî baş ku çerkezan temsîl dike HDP ye û ew ê di 24'ê Hezîranê de piştevaniya HDP'ê bikin.    *  Piştî hat îdiakirin ku radyo û TV'ya Ocalan hatiye desteserkirin, parêzeran serî li dadgehê dabû. Dadgehê ji bo vê yekê got "bêyî gilikîrina hikumxwaran, di qanûnê de sererastkirineke ku li ser daxwaza wekîlan agahî bê dayîn tune ye" û bi vî awayî serlêdana parêzeran red kir.    * Akademîsyen Zafer Fehmî Yoruk, danezana hilbijartinê ya HDP'ê nirxand û diyar kir ku HDP'ê pêşniyarên berbiçav berpêşî pirsgirêkan kiriye û bi vê yekê nîşan da ku partiyeke Tirkiyeyê ye.    * Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê bi van gotinan "Roj roja me ye, serdem serdema me ye" nirxand û got: "Ji bo deng bidin HDP'ê, Selahattin Demirtaş em ê bi dengekî bilind qadên bajaran bihejînin."    * Li Sêrtê jinan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de reqorê bişkînin û ji bo ew 3 wekîlan bi dest bixin çi ji destê wan bê ew ê bikin.    * Li Sûriye piştî Homsê duyemîn bajarê Mezin, Dêra Zorê ye. Bi firehbûna 33 km çarkoşe ye ev yek tê wata ku Dêr ji sedî 17 ji xaka Sûriyê pêk tê û nêzî milyon kesî berî şerê Sûriyê lê jiyandikirin. Ev parêzgeh bi çanda xwe ya dîrokî tê naskirin. Çemê Firatê tê de derbas dibe. Çem wê dike du perçe, rojhilat û rojava.    * Jinên Mêrsînî, diyar kirin ku jin dê di hilbijartinê de bersiva herî mezin desthilatdariyê û gotin: “Ji bo em rengên xwe bibin Meclîsê em ê dengê xwe bidin HDP’ê û namzetê Serokkokariyê Selahattîn Demîrtaş.”   * Rojnameger Adnan Bîlen ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îxrac kiribûn. Şaredariyê Bîlen bi FETO’yê sûcdar kir. Dozgeriyê derbarê Bîlen de lêpirsîn da destpêkirin û dozgeriya dît ku têkiliya wî bi FETO re nîne bi îdiaya “Propaganda KCK û PKK kiriye” doz lê vekir.    * Malbatên Roboskiyê ku di bombebarana balafiran de 34 xizmên xwe winda kirin, bal kişandin ser hilbijartina 24'ê Hezîranê û gotin: "Roboskiyê ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan. Li ser sindoqan bila ev komkujî bê ber çavên we."      * 2'emîn danişîna doza Endamê MYK'a EMEP'ê Levent Tuzel a bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" heta 15 salan ceza dihat xwestin dê li 5'emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Partiyên Kurdan ên têkildarî xebata Hilbijartina 24'ê Hezîranê tev digerin dê der barê hevdîtina bi HDP û partiyên din ên kurdan re civîna çapemeniyê pêk bînin. (11:00)   * Rêxistina HDP'ê dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ligelek navendan buroyên hilbijartinê veke.    * Platforma Demokrasiyê ya Êlihê dê têkildarî komkujiya li Fîlîstîn û helwesta li dijî polîtikayên AKP'ê yên li hemberî Îsraîlê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Duyemîn danişîna namzetê Serokomariyê û Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş  dê li 38emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê bê dîtin. (14.00)   * Malbatên Roboskê dê di hefteya 333'an de çalakyia xwe ya li ser goristanê berdewam bikin. (16.00)