Dermanê sermaya Serhedê çaya nebatan e 2017-10-13 09:34:18 WAN – Li Wanê bi hatina zivistanê re welatî ji bo ku xwe ji sermayê biparêzin nebatên xwezayî ji dikanên etaran dikirin û di şûna çayê de vedixwin. Etarvanan jî got ku parastina ji nexweşînên sermayê çaya ji giyayên xwezayî çêdibe pêşniyar dikin.  Li herêma Serhedê dema hewa sar dest pê kir. Bi sermayê re jî nexweşînên ji sermayê xwe didin der jî dest pê kir. Etarvan jî li dikanên xwe ji bo parastina nexweşînên sermayê çayên ji nebatên xwezayî çêdibe amade dikin. Ev çay bi awayekî herî xweşik tên pakêtkirin û tevahiya zivistanê herî zêde ev çayên xwezayî tên firotin. Etarvan Omer Ayvar anî ziman ku parastina ji nexweşînên mîna zekem, şewb û gelek cureyên din ên nexweşînên sermayê peyda dibin dermanê herî baş çaya ji giyayên xwezayî çêdibe ye û li Wanê di demsala zivistanê de herî zêde ev çay tê vexwarin.    JI NEBATAN PÊK TÊ    Ayvar destnîşan kir ku darçîn, zencefîl, şîlan, ixlamûr, beybûn û gelek giyayên din ên xwezayî li nav hev dixe çayê amade dike û got: “Ev çayên xwezayî ji nexweşîna qirikê, kuxik, şewb û gelek nexweşînên din re dermanê baş e."    ‘JI BO KUXIKÊ ZENCEFÎL BAŞ E’    Ayvar anî ziman ku ew li dijî kuxika dijwar dermanê herî baş zencefîl û macuna reşreşkan pêşniyar dikin û wiha dewam kir: “Ev derman ji bo kuxikê gelek baş e. Ji bo kuxika zarokan jî çaya xwezayî baş e. Li mirovan sikene nake. Gelek çayên bi kîmyewî jî hene lê em çayên ji giyayên xwezayî pêşniyar dikin.”    NEBATAN HEMÛ BI HEV RE DIKELÎNIN    Ayvar behsa çêkirina çaya ji giyayan çêdibe kir û got: “Piştî hemû nebatan dixin çaydan di nav avê de tê kelandin û dema xwe digire. Piştî 5 deqîqeyan çay tê sekinandin tê vexwarin.”