Hat derpêşkirin mamosteyê bi îdiaya ku xwendekar îstismarkirine hatibû girtin întihar kir 2018-05-16 20:46:25   DENÎZLÎ - Hat derpêşkirin ku mamosteyê dibistana seretayî Ferruh Alan ku li Pamûkkaleyê li dibistaneke seretayî 9 xwendekarên keç îstismar kiribû, li qawîşa xwe ya li Girtîgeha Kocabaşê întihar kiriye.    Li Dibistana Seretayî ya Adil Demiren-Mûstafa Mûsaoglû ya Pamûkkaleya Denîzliyê, hatibû îdiakirin ku mamosteyê dibistana seretayî Ferrûh Alan 9 xwendekarên keç îstismar kiriye. Alanê ku di 28'ê Sibata 2018'an de hatibû girtin, hat derpêşkirin ku li Girtîgeha Tîpa D a Kocabaşê întihar kiriye. Hat diyarkirin ku cenazeyê Alan ji aliyê hevalên wî yên qawîşê hatiye dîtin û piştî lêkolîna li cihê bûyerê ya dozger cenaze rakirine Saziya Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê.    Hat diyarkirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.