Karkerê Sêrtî Abît Aydin bû qurbana Balafirgeha 3'emîn 2018-05-16 20:00:46   STENBOL - Karkerê taşeron ê înşaetê Abît Aydin ê li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.    Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), diyar kir ku karkerê taşeron Abît Aydin ê di înşaeta Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê de dixebitî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. ÎSÎGM'ê, li ser hesabê medya civakî yê twîttirê ya navnîşana @guvenlicalisma diyar kir ku karkerê taşeron Abît Aydin ê ji Navçeya Misircê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da.  Li navçeya Kaxizman a Qersê jî karkerê înşaetê  Sedat Dursun ê 25 salî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dabû.  Di nava rojekê de 2 karker mirin.