Girtî felç û bêhiş kirin û berdan 2017-10-13 09:32:26 AMED - Ahmet Bayar, ku sipîsaxlem ket girtîgehê lê belê wek nexwşekî sandalyeya bitekelek derket, ji ber tedawiya wî tu encamê nade ji nexweşxaneyê hat tabûrcûkirin. Lê belê êdî Bayar, ne navê xwe dizane û ne jî ferdên malbatê nas dike. Bayar ji 64 kîloyan daket 45 kîloyan.  Nexweşê pençeşêra pişikê Ahmet Bayar, bi hinceta di 15’ê Sibata 2011’an de tevlî xwepêşandaneke şermezarkirinê bûye bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” der barê wî de doz hat vekirin û piştî ku cezayê wî hat pesendkirin di 31’ê Adarê de hat girtin. Ji ber ku tedawiya wî bi derengî ketiye êdî ne diaxive û ne jî xwarinê dixwe. Dema hat girtin 64 kîlo bû, lê belê niha daketiye 45 kîloyan. Tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da jî, tam 5 mehan Bayar di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de hat hiştin û piştî ku şiûra xwe winda kir, malbata wî di 22’yê Tebaxê de li ber deriyê girtîgehê çalakiya rûniştin û greva birçîbûnê li dar xist. Li ser vê çalakiyê Bayar hat tehliyekirin û li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolîn ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê dest bi tedawiya wî hat kirin.    Tam 2 mehan hat tedawîkirin, lê belê dîsa jî tu encam bi dest neketin û ji ber vê her diçe rewşa Bayar nebaştir dibe. Piştî ku li nexweşxaneyê dest bi tedawiya wî hat kirin Bayar ji bo rewşa xwe wiha gotibû: “Bi lingan ketim girtîgehê, lê bi sandalyeya bitekerek jê derketim.”    NAVÊ WÎ NAYÊ BÎRA WÎ   Ji ber ku tedawî tu encamê nade, çend roj berê ji nexweşxaneyê hat tabûrcûkirin û her diçe bêtir şiûra xwe winda dike. Bayar êdî ferdên malbatê nas nake. Emîne Bayar, hevjîna Ahmet Bayar, anî ziman ku bi wê re sohbet dike lê belê wê jî nas nake. Bayar, diyar kir ku dema ew navê wî jê dipirsin, navên cuda dibêje.    JI 64 KÎLOYAN DAKET 45 KÎLOYAN    Keça wî Selma Bayar, behsa pêvajoya tedawiya bavê xwe kir û dest nîşan kir ku ji ber şert û mercên neyînî yên girtîgehê  tedawiya enfeksiyonal hatiye sepandin û tedawiyên ji bo pençeşêra pişikê tu encam nedane. Bayar, anî ziman ku 2 mehan hatiye tedawîkirin, lê belê ji ber êdî tedawî encamê nade her diçe rewşa bavê wê xerabtir dibe. Bayar, got ku di rojên dawî de êdî bavê wê ne xeber dide û ne jî xwarinê dixwe.  Bayar, got ku ji ber girtinê tedawiya bavê wê bi derengî ketiye. Bayar, dest nîşan kir ku dema bavê wê hat girtin 64 kîlo bû, lê belê niha daketiye 45 kîloyan.    ‘GIRTÎGEH BERPIRSIYARÊ VÊ REWŞÊ YE’    Bayar, dest nîşan kir ku heke bavê wê bimire, berpirsiyar rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye û wiha got: “Gotin rapora heyî sixte ye. Rapora nû jî di 4 mehan de derket. Tedawiya ku di şert û mercên girtîgehê de hat kirin, rewşa wî bêtir xerab kir.”