Esker Aydemir ê rastî lîncê hat: Her dem rastî gefan dihatim 2018-05-16 17:17:16   WAN - Eskerê ji Wanê Fîkret Aydemîr ê li Bazîdê rastî êrîşa lîncê ya 4 eskeran hat yekem car axivî. Aydemir, diyar kir ku yek ji eskerê li wî da got “Heta ku ez te nekujim ji vir naçim" û gef li min xwar.    Eskerê ji Wanê Fîkret Aydemîr, li Fermandariya Tabûra Hidûd a Gokay a Bazîda Agiriyê, ji aliyê 4 eskerên ku li Fermandariya Boluka Hidûd a Şehit Piyade Er Fehmi Altınordu eskerî dikir, rastî êrîşa lincê hat. Fîkret Aydemir, der barê erîşa lîncê de yekem car axivî. Aydemîr ku rastî lêdana 4 eskeran hat ket komayê. Aydemîr ku ji mirinê xelas bû, yekem car axivî û roja bûyerê vegot. Aydemîr, diyar kir ku roj bûyer pêk hat rojbûna wî bû û wiha got:    ESKERÊ LÎNÇ KIR: HETA EZ TE NEKUJIM NAÇIM   Aydemir, anî ziman ku eskerê ew lînç kir gefa "Heta ez te nekujim ji vir naçim" li wî xwar û wiha got: "Wê şevê saet di 22.00'an de min li mescitê nimêj kir û ez derbasî gazinoyê bûm. Min dê li wir li televîzoyê temaşe kiribûya û razama. Dema ez li ser kursiyê rûniştim, leşkerê ku li min da hat. Hat piyê xwe li ber min dirêj kir. Dema ez rabûm ku biçim razêm, min xwe di ser wî re çeng kir û piyê min li piyê wî ket. Got 'Çawa dê piyê te li piyê min bikeve.' û çêr li min kir. Lê min ne kir pirsgirêk û ji gazîno derketim. Dîsa li pişt min hat û got: 'Heta ez te nekujim ji vir dernakevim' û gef li min xwar. Dema ew li pey min hat hevalên wî jî li dora wî bûn. Piştre ji gazino çekpas anî û li serê min da. Ez ji ser hişê xwe çûm û ketim xwar. Serê min şikest û xwîn ji serê min çû û piştre min êdî tiştek nedît."     Aydemir, anî ziman ku berî li wî bidin jî her dem gef li wî dixwarin û wiha got: "Her dem ez bêzar dikirim. 4 kesan li min da. Kes neket navbera min û wan. Ew leşkerê ku gef li min xwar bi gelek kesan re şer dikir."    Dayika Fîkret Aydemîr Aliye Aydemir jî diyar kir ku pişti kurê wê rastî lîncê hat Fereqol li wê geriya û wiha got: "Ji min re gotin 'Kurê te şemitiye û sivik birîndar bûye. Niha li nexweşxaneyê ye.' Dema min got tiştekî muhîm hebe em bên. Rayedar got 'Na ne pêwist e' û ser bûyerê veşart."    Aydemir, da zanîn ku dema çûn nexweşxaneyê dît ku kurê wan di rewşek xerab de ye û wiha axivî: "Dema min li nexweşxaneyê kurê xwe di wî halî de dît min ji çavê xwe bawer nekir. Eskerek li nexweşxaneyê li ser serê kurê min rawestiya bû. Doktor agahî neda me. Kurê min 3 rojan li nexweşxaneyê ma. Piştreji bo îfadeyê birin Bazîdê.  Dayik Aydemir, anî ziman ku ew ji 4 eskerên ku kurê wî lînç kirine dozdar in û dê heta dawî li mafê xwe yê hiqûqî bigerin.    Aydemîr ê ku niha li malê ye û 47 kêl avêtin serê wî her roj diçe nexweşxaneyê derman dibe. Aydemîr dê destûra xwe ya mehane 20 roj şûnde temam bike.    MA / Nîmet Olmez – Mujdat Can