Li Şemzînanê wesayîta polîsan li ciwanekî qelibî 2024-04-03 21:01:42   COLEMÊRG - Li Şemzînanê wesayîta sivîl a polîsan, li ciwanê bi navê Saît Ogûz ê beşdarî pîrozbahiyan bû, qelibî.    Piştî ku YSK'ê mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan îadeyî wî kir, li Şemzînana Colemêrgê pîrozbahî dest pê kirin.   Wesayîta sivîl a polîsan, li ciwanekî beşdarî prîozbahiyan bû qelibî. Wesayîta polîsan piştî li ciwan qeliband, ji cihê bûyerê çû. Ciwanê ku hat hînkirin navê wî Saît Ogûz (29) e, mirovên li derdorê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Hat hînkirin ku rewşa Ogûz baş e.