Bernamzetên HDP’ê yên Rihayê hatin danasîn 2018-05-16 16:45:37   RIHA – Rêxistina HDP’a Rihayê 54 bernamzetên ji bo parlamenteriyê serlêdan kirin danasîna wan kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê bi boneya danasîna bernamzetên parlamenteriyê li Kafeya Bîg Nobel civîna çapameniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nimettullah Erdogmuş û rêveberên HDP’ê û gelek welatî tev li civîna danasînê bûn. Gelek pankartên li ser hilbijartinê nivîsandî daliqandin.    ‘RIHA JI HILBIJARTINÊ RE AMADE YE’    Di bernameyê de rêzgirtin pêk hat. Di civînê de ewil Hevserokê HDP’a Rihayê Ridvan Yavuz axivî û got: “Em wek Riha ji hilbijartinê re amade ne. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de gelek hevalên me xebat birêve birin niha girtî ne. Em ê li ser navê hevalên xwe jî bixebitin.”     ‘DÊ NIKARIBIN HDP’Ê DI BIN BENDÊ DE BIHÊLIN’    Pişt re parlamenter Nimettullah Erdogmuş axivî û destnîşan kir ku ji bo HDP di bin bendê bimîne hemû partiyan plan kiriye û got: “Di hilbijartina Hezîran û Mijdarê de vê yekê kirin, lê bi ser neketin. Ew her du tifaq çi dikin bila bikin dê nikaribin HDP’ê di bin bendê de bihêlin.”    Piştî axaftina Erdogmuş bernamzetên wekîliyê yên HDP’a Rihayê hatin danasîn. 54 kesên serlêdan kirin e yek bi yek navê wan hat xwendin.