Li Şirnex û Mêrdînê xebatên hilbijartinê berdewam dikin 2018-05-16 15:42:07   ŞIRNEX / MÊRDÎN - Endam û rêveberên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li Qilabanê dikandar ziyaret kirin û li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî buroya hilbijartinê vekirin.    ŞIRNEX   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li navçeya Qilabanê dikandar ziyaret kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, rêveber û endamên partiyê li ber avahiya HDP’a navçeyê kom bûn û dûre dikandarên navçeyê geriyan û wêneyên namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş li welatiyan belav kirin. Uca û şandeya pê piştî serdana dikandaran, çûn serdana kedkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.    LI DÊRIKÊ  BUROYA HILBIJARTINÊ BI COŞEK MEZIN VE BÛ   MÊRDÎN   Rêxistina HDP’a Mêrdînê jî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Dêrikê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, endam û rêveberên partiyê û gelek welatî beşdarî merasîma vekirina buroyê bûn. Gava buro hat vekirin welatiyan dirûşmeya “Bijî HDP” berza klirin û li ber staranan guvend gerandin.