Li Farqînê AKP’ê ji bo 40 sindoqan îtîraz kir 2024-04-03 13:32:36   AMED - Li navçeya Farqînê ya Amedê AKP’ê ji bo 40 sindoqan îtîraz kir. Di encama îtîrazê de dê di 40 sindoqan de deng jinûve bên hejmartin.     Namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeya Farqînê ya Amedê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi rêjeya %70 Şaredariya Farqînê bi dest xist. Hat zanîn ku AKP’ê duh ji aliyê şaredariya navçeyê, meclisa wê û şaredariya bajarê mezin ve îtîrazî nêzî 40 sindoqan kir. Li ser vê yekê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a navçeyê biryar da ku di van sindoqan de deng jinûve bên hejmartin. Dê encama hejmartina dengan a jinûve sibê bê aşkerekirin.