Yekitiye Ekolojiyê piştgirî da gelê Wanê 2024-04-03 12:32:21   ÎZMÎR - Rêxistinên Ekolojiyê bertek nîşanî “kemîna siyasî” ya li dijî Abdullah Zeydan hatiye danîn dan û partiyên muxalefetê û raya giştî ya demokratîk vexendin piştgiriya gelê Wanê yê ku xwedî li îradeya xwe derdikeve.     Rêxistinên ekolojiyê yên li herêmên cuda ên Tirkiyeyê xebatên xwe didomînin di bin banê Yekitiya Ekolojiyê de xwe rêxistin dikin. Yekitiya Ekolojiyê li hember “kemîna siyasî” ya li dijî Abdullah Zeydan ê wek hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hatiye hilbijartin derketin.   Yekitiya Ekolojiyê diyar kir ku hevserokatiya Zeydan bi awayeke derveyî hiqûqî hatiye xespkirin û wiha got: “Venêrînên tundiyê û walîtiyên rewşên awarte û polîtîkayên xespkirinê, wek qeyûm berdewam dikin. Polîtîkayên qeyûm ên wek netewe dewlet, yekparêzî, xespkirinê û asîmîlasyonê li dijî gelê kurd têne domandin. Ev polîtîka beriya niha jî hatin sepandin û nehatin qebûlkirin ku gel bertek nîşan da û di hilbijarinên herêmî yên 31’ê adarê de bi ferqeke mezin namzetên xwe hilbijart.”   BANGA MUXALEFETÊ   Yekitiyê bang li desthilatê kir ku ji îradeya gel re rêzdar be û wiha got: “Em hemû partiyên siyasî ên muxalefetê, rêxistinên demokratîk ên gel û raya giştî vedixwînin hemberderketina polîtîkayên qeyûman û xwedîderketina demokrasiyê.”