5’emîn danişîna Yuksekdag sibe tê dîtin 2018-05-16 14:44:32 ENQERE - 5’emîn danişîna Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya barê Fîgen Yuksekdag a 18 mehin girtiye, sibê tê dîtin. Yuksekdag dê sibe beşdarî danişînê bibe û li ser hilbijartinê nirxandin bike.  5’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdga, dê sibe saet 09.30’an li Dadgeha Cezayê Giran a 16’emîn a Enqerê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. Yuksekdag a 18 mehin li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin, dê sibe beşdarî danişînê bibe û li ser hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxandin bike.    'DOSYA NADIN YUKSEKDAG'   Parêzera Yuksekdag Ruken Gulagaci berî danişînê agahî da û wiha got: “18 mehin Yuksekdag rehîn hatiye girtin. Ji roja destpêkê ve helwesta Yuksekdag diyare. Di dosyeya wê de  pir kêmasî hene û dosyayê nadin wekîla min. Ji bo darazeke adîlane ev astengiyek herî mezine. Ji ber vê yekê em nikarin parastinê bikin.”   'DÊ BIBE DENGÊ JINAN’   Parlamentera HDP’ê  ya  Êlihê Ayşe Acar Başaran jî, ev demek dirêje Yuksekdag girtiye û wiha bilêv kir: “Yuksekdag dê hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê û pêşketinên 3 salan ên li Tirkiyeyê di danişînê binirxîne. Her çiqasê wekîltiya Yuksekdag û endamtiya wê ya partiyê hatibe betalkirin jî, Yuksekdag parçeyekê têkoşîna HDP’ê ye û em vê biryarê nasnakin. Yuksekdag dê bibe dengê jinên girtî. Em banga piştevaniyê li hemû jinan dikin.”   Di 21’ê Sibata 2017’an de wekîltiya Yuksekdag hat betalkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Edeneyê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” 10 meh cezayê girtîgehê da Yuksekdag.