Baro ji bo ewlehiya hilbijartinê kom dibin: Ji bo her dibistanekê parêzerek 2018-05-16 14:22:20   ENQERE - Baroya Enqereyê û Tevgera Bêyî te Nabe, di çarçoveya kampanya "Ji bo her dibistanekê parêzerek" de dê sibê bi tevlêbûna serokê 26 baroyan li Enqereyê civîna ewil pêk bîne.     Baroya Enqereyê û Tevgera Bêyî Te Nabe, ji bo ewlehiya sindoqan a hilbijartina 24'ê Hezîranê biparêzin kampanya "Ji bo her dibistanekê parêzerek" dabû destpêkirin. Baroya Enqereyê û Tevgera Bêyî Te Nabe, dê sibê bi tevlêbûna serokê 26 baroyan li Enqereyê civînê pêk bîne. Baroyê ji serokê 78 baroyan re bi sernavê "Dora me ye" name şand  xwest tev li kampanyayê bibin.Li ser banga baroyê dê sibê serokê 26 baroyan tev li civînê bibin. Civîn Dê sibê saet di 13.00'an de li Navenda Perwerdehiye ya Baroya Enqereyê pêk bê.    'DÊ LI SER RÊ Û RÊBAZAN NIQAŞ BIKIN'   Serokên baroyan dê li ser rê û rêbaza parastina sindoqan niqaş bikin û li gorî wê xebatê bimeşînin. Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran, diyar kir ku piştî name ji baroyan reşand gelek baroyan bersîv da wan û wiha got: "Gelek baroyan diyar kirin ku li ser vê mijarê xebatên wan hene û we dê li herêmê vêxebatê bimeşînin. Em dê bi Tevgera Bêyî Te Name sibê civîna yekem pêk bînin. Em dê ji bo ewlehiya sindoqan xebatên hevpar bimeşînin.  Dê sibê ji Bayoyên Îzmir, Îstanbul, Edene, Antalya û bajarên herêmê tev li civînê bibin. Bi vê civînê em dixwazin Baroyên Tirkiye û baroyên herêmê xebatên xwe bikin hevpar. Karekî hevpar bimeşînin. Ji ber ku li herêmên Stenbol, Îzmir û Enqere parêzer zêde ne, ewlehiya sindoqan bêtir hêsan e. Em bi baroyên li herêmê re jî axivîn. Em dê li cem wan cih bigirin. Girînge ku vê yekê hîs bikin. Em dê parêzeran ji bo piştgiriyê jiwan re bişînin.    EM DÊ TEMASÊN NAVNETEWEYÎ BI AXIVIN     Canduran, destnîşan kir ku ew dê li ser hiqûq, ewlehî û parastina hilbijartinê bi axivin û temasa navneteweyî jî niqaş bikin. Cîhan jî dê bi vê rêyê Tirkiye bişopînin. Baro dê bê aliya xwe biparêze. EM dê bi civina sibê tora cîhanê jî aşkere bikin. Ger ku li Tirkiye gavek rast neyê avêtin em dê bi hemû belge û agahiyan ji cîhanê re parve bikin. Em dê 50 hezar parêzer li 50 hezar dibistanan peywirda bin.  Di çarçoveya projeyê de ji bo parastin û ewlehiyê em dê li ser rê, rêbaz û perwerdehiya parêzeran bisekinin. Armanca me em vîha hemû gelê xwe di sindoqan de bidin xuyakirin û rast bi encam bikin. Piştî vê koordinasyonê dê baroyên din jî bibin perçeyê vê xebatê."