Hevserokê Giştî yê DBP Arslan ji dozekê beraet kir 2018-05-16 14:13:44   EDENE - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, di doza berê dihat darizandin de, ya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, beraet kir.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, ji ber hevdîtinên wî yên telefonê bi îdîaya “Endamê rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” di doza berê li hat vekirin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgê lê hatibû birîn. Dadgeha Bilind cezayê ji bo Arslan hatibû dayîn betal kiribû. Îro doz ji nû ve li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Edeneyê hat dîtin. Arslan ê ji ber parvekirin medya civakî û daxuyaniyê li ser êrîşên Efrînê bi îdîaya “Endamê rêxistinê” di 8 Sibatê de hat girtin, beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Aslan di daneşînê de amade bûn.    Parêzerê Arslan di parastina kir de xwest muwekîlê wî bê berdan.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzer nirxand û biryara beraetê ji bo Arslan da.