Ji bo biçin dibistanê rojê 6 km dimeşin 2017-10-13 09:29:54 DÎLOK – Li Dîlokê 600 zarok ji bo biçin dibistanê her rojê 6 km rê dimeşin.  Li Taxa Duluk a girêdayî navçeya navendî ya Şehîtkamîl a Dîlokê, 600 xwendekrên ku diviya bi pergala veguhastinê biçûnan dibistanên xwe, her rojê rêya 3 kîlometre bi meşê diçin û tên. Parêzer Ûmût Yilmaz ku niştecihê taxê ye, diyar kir ku ji ber zêde xwendekar lê hatine siwarkirin serwîsa taxê ji trafîkê hatiye menkirin û wiha got: “Tabî perwerdehiya bi pergala veguhastinê ji bo dewletê dibe kulfetek. Lê belê em dixwazin wan derfetên ku ji bo penaberên sûriyeyî tên dayîn, ji bo welatiyên me jî bên peydakirin.”    RIYEKE DÛR Û DIRÊJ DIMEŞIN    Yilmaz, anî ziman ku şêniyên taxê li fabrîkayan bi meaşê kêmtirîn dixebitin û ji ber vê nikarin zarokên xwe bi serwîsên taybet bişînin dibistanê û ji ber rewşa aborî hin malbat zarokên xwe naşînin dibistanê. Yilmaz wiha got: “Yên dişînin, zarokên wan rojê 6 kîlomtreyan dimeşin. Zarokên biçûçik in. Heke zarokekî 6 salî rojê 6 kîlometreyan bimeşe, dê çi ji perwerdehiyê wergire. Li Dîlokê ajokarên serwîsan mehê 250 lîreyî dixwazin. Bifikirin du zarokên gundiyekî hene û ev jî mehê dike 500 lîre. Karkerê bi meaşê kêmtirîn bixebite, nikare ji 3 parên meaşê xwe parekê bide serwîsê.”    Yilmaz, dest nîşan kir ku Gerînendeyê Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê ji şêniyên taxê re gotiye divê ew li tu cihî behsa tiştekî nekin û wiha domand: “Em zaf kêfxweş in ku riya gund hatiye bîra Gerînendeyê Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê. Nexwe hayê wî ji wir hebûye. Ji dêvla ku wek siyasiyekî tevbigere û serwîsê peyda bike, bi wê feraseta memûrî bi ser şêniyên taxê ve çûye da tiştekî nebêjin.”