Jinên HDP’î dê di 22'ê Gulanê de namzetên jinan eşkere bikin 2018-05-16 11:05:20 ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê dê namzetên jin bi deklarasyonekê di 22'ê Gulanê de aşkere bike. Slogana Meclîsa Jinan a hilbijartinê “Bi jinan tê guhertin" ye.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) danezana hilbijartinê aşkere kir. Ji bo rewşa jinan cihekî taybet û freh veqetand. Bêtir wekheviya vîna jin û mêr, nûnertiya wekhev derxist pêş. HDP'ê destnîşan kir ku dê Wezareta Jinê ava bikin û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bikin roja destûrê ya fermî. Dîsa destnîşan kirin ku dê pergala Hevserokatiyê bikin fermî. Meclîsa Jinan a HDP'ê dê di 22'ê Gulanê de, hem dê namzetên jin aşkere bikin û hem jî dê danezana hilbijartinê bi raya giştî re parve bikin. Slogana Meclîsa Jinan a hilbijartinê “Bi jinan tê guhertin" ye.  Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê li ser proje, xebat û polîtîkayên der barê jinan ên serdema nû de deklerasyonê parve bike. Dê li ser polîtîkayên rewşa jinan ên heyî; rexne, pêşniyar û fikrên xwe parve bike.  Di xebatên hilbijartinê de bi taybetî li cihê ku namzetên jin hene dê buroya hilbijartinê yên jinan vekin. Dê mal bi mal bigerin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kirin ku 24'ê Hezîranê roja pirsîna hesab e û wiha got: "Em dê li dijî polîtikaya ku dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixin em de dîsa jinan bikişînin nava siyesatê. Em de dîsa vîna jinan bidin xuyakirin. Em dê li qadan kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal bigerin. Em de di 24'ê Hezîranê de li dijî êrîşên AKP'ê yên li ser destkeftiyên jinan hesap bipirsin. Xebatên me yên hilbijartinê bê navber berdewam dikin. Me belavok amade kirine. Me pankartên xwe amade kirin Em dê îdîayên ku HDP pariya jinan e xurt bikin û xebatên xwe li gorî wê berdewam bikin."