‘Li pêş kamerayan Îsraîl dike terorîst, li pişt kamerayan bazirganiyê dike' 2018-05-16 10:46:14   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî helwesta Îsraîlê ku li dijî gelê Fîlîstînê pêk tîne rexne kir û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li pêş kamerayan xwe wekî alîgirê gelê Fîlîstîn û li dijî Îsraîlê nîşan dide. Lê li pişt kamerayan bi Îsraîlê re bazirganiyê dike. AKP hikûmeta du rû ye. Li pêş kamerayan Îsraîl wekî ‘terörist’ pênase dike, pişt kamera bazirganiyê dike.    Piştî Tirkiye û Îsraîl di 1'ê Gulana 1997'an de Peymana Bazirganiya Serbest  îmze kirin, sal bi sal bazirganiya di navbera Îsraîl û Tirkiye de zêde dibe. Li gorî daneyên Wezareta Aboriyê, dema AKP di 2002'an de het ser îktîdarê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de 1.4 milyar dolar bazirganî dihat kirin. Di sala 2014'an de 5.8 milyar dolar bazirganî hat kirin. Di sala 2016'an de 4.3 milyar dolar û di sala 2017'an de 4,9 milyar dolar bazirganî hat kirin. Têkildarî polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Îsraîl û Fîlîstînê Berdevkê Komîsyona Aboriyê yê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Garo Paylan, nirxandin kir. Garo Paylan, polîtîkayên Tirkiye yên li dijî Îsrailê rexne kir û wiha got:    'AKP BI ÎSRAÎLÊ RE GELKE PEYMAN ÎMZE KIRIN'    Paylan, da zanîn ku îktîdara AKP'ê bi Îsrailê re gelek peyman îmze kir û wiha got: "Bazirganiya ku hatiye kirin bi rakaman jî li holê ye. Bazirganiya tirkiye ya bi Îsraîlê re di serdema AKP'ê de derketiye asta herî jor. Hikûmeta AKP'ê rîyakar û du rû ye. Li pêş kamerayan li dijî Îsrailê ye, li pişt kamerayan bi Îsraîlê re bazirganiyê dike. Li pêş kamerayan ji Îsraîlê re dibêje Terorîst. Lê li pişt kamerayan bazirganiyê berdewam dike. Divê li gorî peymana mafên mirovan gavan bavêjin. Ger ku li aliyekî hikûmeta Îsrailê wekî terorîst pênase bike û li aliyê din bazirganiyê bike wê demê rîyakar e.    Paylan, gel hişyar kir û xwest li dijî van politîkayan hestiyar tev bigere û wiha bi dawî kir: "Divê hemû kes du rûtiya AKP'ê bibîne û li gorî wê nêzîk bibe. AKP wextekê got ‘Em dê biçin Xaze û dorpêça Xaze rakin. Lê hêj neçûne Xazê û ne jî çûne dorpêç rakirine."     MA / Selman Güzelyüz