Polîsan gelek endamên ESP'ê binçav kirin 2018-05-16 09:52:34 STENBOL - Yekîneyên polîsan li Stenbolê şev nîvê şevê bi ser gelek malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de girtin û gelek kes binçavkirin.  Li navçeyên Bagcilar, Sûltangazî û Ataşehîr ên Stenbolê, polîsan şev nivê şevê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçavkirin. Polîsên ku derî şikandin û ketin malan, alav û amûrên ESP'îyan tev li hev kirin. Li Ataşehîrê, polîsan bi ser mala Celal Yaman a li taxa 1 Mayisê de girtin û Yaman binçav kirin.    Li Sûltangaziyê jî di serdegirtina taxa Gaziyê de Cansel Çevîk û Gîzem Şahîn Sever binçavkirin.