Sepandina ‘sindoqên seyyar’ rê li ber şik û gumanan vedike 2018-05-16 09:16:49 STENBOL – Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Stenbolê, peyam ji xizmên nexweşên Alzheimerê yên ku ehliyeta wan a bi kar anîna dengan tune y şand û ji wan xwest ku qeyda xwe çêbikin. Ev hewldana midûriyetê şik û gumanên der barê ewlehiya hilbijartinê de zêdetir kirin.  Di vê hilbijartinê de Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo kesên ku li dibsitanan nikarin deng bi kar bînin û rewşa wan ji bo vê yekê ne gunacane, sepandina sindoqa seyyar xist meriyete. Li gorî rêgezên ku YSK’ê diyar kirine, kesên din av ciya de ku nikaribin rabin ser xwe divê ji bijîşkên malbatan raporê wergirin, da li cihê ku lê ne dengê xwe bi kar bînin.    2 HEZAR Û 400 HILBIJÊR SERÎ LÊ DAN    Serlêdanên ji bo vê yekê di 2’yê Gulanê de dest pê kirin û heta 12’ê Gulanê domandin. Ji bo di sindoqên seyyar de dengê xwe bi kar bînin 2 hezar û 400 hilbijêr serlêdan pêk anîn.    BI AWAYEKÎ GIŞTÎ PEYAM HAT ŞANDIN    Lê belê li gorî agahiyên bi dest ketin, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Stenbolê di 3’yê Gulanê de bi hezaran nexweşên ku li malê tên tedawîkirin re peyam şand. Ji xizmên nexweşan hat xwestin ku, ji bo nexweş dengê xwe li malê yanî di sindoqên seyyar de bi kar bînin divê li yekeyên tenduristiyê qeydên xwe çêbikin. Di vê peyamê de hat diyarkirin ku xizmên nexweşan dikarin bi nasname û rapora nexweş biçin bijîşkê malbatê û serlêdanê pêk bînin. Bi vê yekê re yanî bijîşkê malbatê bêyî ku nexweş bibîne, dê bi nasname û rapora wî/ê qeyda Desteya Sindoqê ya Seyyar tesdîq bike. Ev rewş bi xwe re talûkeya ku dê xizmê nexweşekî/ê ji dêvla nexweş deng bi kar bîne tîne.    PEYAM JI NEXWEŞÊN ALZHEİMERÊ RE JÎ HAT ŞANDIN    Her wiha Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Stenbolê ev peyam ji xizmên nexweşên Alzheuimerê yên ku ehliyeta wan a bikaranîna deng tune ye re şand. Bi vê yekê re xizmên van nexweşan dikarin li biçin bijîşkê malbatan û doza sindoqa seyyar bikin.    Her dê peywirdarên YSK’ê ne li ser van sindoqan bin, dê xebatakarên tenduristiyê li ser wan bin. Ev yek jî di warê bikaranîna dengan de bi xwe re şik û gumanan zêdetir dike.    MA / Yasin Kobulan