ROJEVA 16'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-16 09:00:06 * Hat derpêşkirin ku li Nazîlliyê binefserê bi navê Îsmaîl ê Qereqola Cendirmeyan a Dallicayê xwediyê tesîsê û aşxaneya ku HDP dê lê bernameya taştê li dar bixistana tehdît kiriye û ji xwediyê aşxaneyê re gotiye: “Dê ji bo te nebaş be.”  * Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Stenbolê, peyam ji xizmên nexweşên Alzheimerê yên ku ehliyeta wan a bi kar anîna dengan tune y şand û ji wan xwest ku qeyda xwe çêbikin. Ev hewldana midûriyetê şik û gumanên der barê ewlehiya hilbijartinê de zêdetir kirin.    * Jinên ku li ser medyaya civakî bi koma “Jina hilberîner, jina hêzdar” hatin gel hev, bi berên destkariyê debara xwe dikin. Hatîce Aydin ku komê damezirand got. “Bila jin hêza xwe bi hevjînê xwe, bi derdora xwe bidin hîskirin. Ne mêr, ên hêzdar jin in.”    * Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, destnîşan kir ku dê hêzên civakiyî yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê îtifaqeke demokratîk a xwezayî çêkirine, dê herdu îtifaqên rastgir birûxîne. Her wiha Togrûl bi lêv kir ku bêyî kurdan dê tu îftifaq nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe.    * Jinên Wanî, diyar kirin ku divê deng ji AKP'ê re neyên dayîn û gotin: “Ji bo azadiya jinan hemû kes dengên xwe bidin HDP’ê.”   * Can TV ku di 1'ê Gulanê de dest bi weşana testê kir, di 21'ê Gulanê de dest bi weşana asayî dike. Can TV. armanc dike ku bibe dengê elewiyan û kesên din.  Gerînendeyê weşanê ya Can Tv Zeynel Gul, diyar kir ku ew dê bibin dengê hemû kesên ên din.    * Ligel ku bi ser gotina “Dê qedexeyên zozanan rabikin” ên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re 4,5 meh derbas bûn jî, hîn qedexe ranebûne. Sewalên gelek gundên Colemêrgê, hespî geliyê Zapê yê havînê 50’î pileyê gerim dibe, bûne.    * Rojnameger Ertugrul Mavîoglu diyar kir ku beşek mezin a medyayê di destê desthilatdariyê de ye û got: “Tişta rast li dijî vê yekê bê kirin, ekranên hemû televîzyonan bê girtin û divê em torên xwe yên ragihandinê ava bikin.”    *  Rêxistina HDP’a Denîzliyê da xuyakirin ku armanca wan ew e wekîlek bişînin Meclîsê. Hevseroka HDP’a Denîzliyê Cevahîr Kayar hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand û got: “Bi taybetî di nav jinan de kelecanek heye. Jin di fikra ku piştevaniya HDP’ê bikin de ne.”    * Şêniyên gundê Barmanê yê Stewrê diyar kirin ku ew ê li dijî zilmê dengê xwe bidin HDP’ê û dê gelê bindest di vê hilbijartinê de ji AKP’ê re bêje mîadê de tije bûye.    * Welatiyên Gundên Barmanê yê Stewrê diyar kirin ku îsal dê li dijî zilma AKP’ê dengê xwe bidin HDP'ê.    *  Darnişîna doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Rêxistinên HDP'ê dê li gelek navçe û bajaran buroyên hilbijartinê vekin û li gelek navendan esnafan ziyaret bikin.    * Hevparên Tevgera Jinên Azad TJA  dê li avahiya HDP'ê ya Amedê bi civîna çapemeniê danezana hilbijartinê aşkere bike. Piştre li navçeya Peyasê ya Amedê buroya hilbijartinê veke. (13.00-15.00)