Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin 2024-03-29 14:16:29   AMED - Şandeya navneteweyî ya ji bo şopandina hilbijartinan hat bakurê Kurdistanê, da zanîn ku dê rapora têkildarî binpêkirinan ji YE û KE’yê re bişînin.    Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê êdî saet mane. Mîna her hilbijartinê, di vê hilbijartinê de jî şandeyeke navneteweyî hate bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Endamên şandeyê ji welatên weke Swêd, Almanya, Fransa, Ingilistan û welatên din ên Ewropayê ne. Şande dê têkildarî hilbijartinê raporê amade bike.    Yek ji şandeyên ji bo hilbijartinê hatin jî şandeya Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) ye. Şande çû serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê.    Ji parlamenterên Die Linkeyê Gokay Akbulut got ku ji bo hilbijartinan di cih de bişopînin hatine Tirkiyeyê. Akbulut, anî ziman ku diçin serdana saziyên li Amedê û xebatên wan dişopînin. Akbulut, wiha domand: “Ya girîng ew e ku hilbijartin bi awayeke demokratîk bên lidarxistin. Lê mixabin di demên berê de li Kurdistanê gelek pirsgirêk hatin jiyîn. Ne tenê partiya me, gelek şandeyên navneteweyî hatine Kurdistanê. Me dît ku DEM Partî xebateke baş dimeşîne. Me li vir bi gelek nûnerên partiyê re hevdîtin kir. Ji DEM Partiyê re serkeftinê dixwazin. Em bi kelecaneke mezin li benda hilbijartinê ne.”    ‘DÊ TÊKILDARÎ BINPÊKIRINAN RAPORÊ AMADE BIKIN’   Akbulut, da zanîn ku bi gelek dezgehên çapemeniyê yên Almanyayê re di nava peywendiyan de ne û wiha got: “Em ê çavdêriyên xwe bi wan re parve bikin. Em ê li ser navê Partiya Çep raporekî amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Binpêkirin, li kîjan herêman binpêkirinên çawa hatin jiyîn, zextekî çawa hate kirin, ev mijar girîng in. Di nava şandeya me de parêzer, rojnameger, nivîskar û gelek heval hene. Ew jî dê pirsgirêkan binirxînin. Ya girîng ew e ku dema em vegeriyan Almanyayê, li ser navê Partiya Çep pêvajoyê vebêjin.”    DÊ RAPORÊ PÊŞKEŞÎ KOMÎSYONÊN YE Û KE’YÊ BIKIN    Akbulut, daxuyand ku di nava saziyên Almanyayê de, di nava Yekitiya Ewropayê (YE) û Konseya Ewropayê (KE) de ji meclisa federal hevalên wan hene û dê raporên wan di demên pêş de binirxînin. Akbulut, wiha pê de çû: “Em ê bi awayekî serkeftî pêvajoyên hilbijartinê ya li Amed û bajarên din bişopînin. Ya ku em jî dixwazin ew e ku her kes biçe ser sindoqan û xwedî lê derkeve. Bi rastî jî divê mirov hişyar be. Em ê raya giştî ya Ewropa û Almanyayê têkildarî pirsgirêkên vê derê agahdar bikin.”    Endama Die Linkeyê Dr. Sabine Skubsch ku di nava şandeyê de cih digire jî got ku ew DEM Partiyê weke “partiya xwişk-bira” dibînin û ji bo piştgiriyê hatine. Skubsch, diyar kir ku di salên 1990’î de ji bo şopandina hilbijartinan hatibû û wiha got: “Em dixwazin Serra Bucak û Dogan Hatun bi ser kevin.”    MA/ Mujdat Can