CNN Turk, dawî li karê Taha Akyol anî 2018-05-15 16:34:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Koma Demîroren Koma Dogan Medya kirî, CNN Turk dawî li karê Taha Akyol anîn.    Piştî Koma Demîroren Koma Dogan Holding a Medya kirî CNN Turk dawî li karê Nivîskar Taha Akyol anî. Li gorî nûçeya T24'an CNN Turk, nivîskar Taha Akyol ê roja Înê bernameya "Egrisi Dogrusu" pêşkêş dikir ji kar avêt û bername jî ji weşanê derxist. Taha Akyol dê ji niha û şûnde di rojnameya Hurriyetê de binivîse ya na ne diyar e. Koma Demiroran dawî li karê nivîskar Nevzat Çîçek, Îsmail Saymaz û Duygu Demirdag jî anîbû.