Temo: Divê ewil ziman li malê bê axaftin û fêmkirin 2018-05-15 16:15:34   ÊLIH – Nivîskar Selîm Temo di panela Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: “Li Rojava ji bo pêşketina zimanê kurdî perwerdehiyek bê qisûr tê dayîn. Çi dibe bila bibe divê li her mala kurd bi zimanê dayikê bê axaftin û zimanê xwe fêr bibin.”    Li Êlihê di çarçoveya pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de Rêxistina HDP’ê ya Êlihê li salona konferansê ya avahiya Sendîkaya Petrol-Îş’ê panel li dar xist. Di panelê de pankartên bi nivîsa “Cejna we pîroz be” û “Da xelq nebijitin ku ekrad, bêmarîfer in, bêesl û binyat" ê ku wêneyê Ehmedê Xanî li ser bû hat daliqandin. Rêveberên HDP, DBP, nivîskar û helbestkar û gelek kes beşdarî panelê bûn. Helbestvan Berken Bereh helbest xwend û panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Nivîskar Selîm Temo û Faysal Ozdemîr wek panelîst tev li bûn. Helbestvan û nivîskar Weysel Tirpan moderatoriya panelê kir.  Di panelê de ewil Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç axivî û panelvan û beşdarvanan silav kir. Toguç bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got ku divê bi kûl û êşê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin.    'BI HEZARAN KES VEGERIYAN CEWHERIYA XWE’    Di panelê de ewil nivîskar Selîm Temo axivî û bal kişand ser weje, wêjevan û zimanê kurdî ya klasîk. Temo destnîşan kir ku navenda wêje û zimanê Kurdî Kurdistan e û wiha got: “Wêje û zimanê klasîk berê tenê li navendekê hebû. Li bajarên mîna Cizîr, Xîzan, Aktepe, Licê û heta li Xarpêtê medrese hebûn û ders dihat dayîn. Edebiyata modern bi Stenbolê re derket pêş . Dema modernîte hat Stenbolê û wê çaxê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên li sirgûnê bûn tecrûbeya xwe ji vê modernbûnê girtin. Beriya komara Tirkiyeyê gelek kovarên kurdî dihatin çapkirin. Lê bi avakirina Komarê re hemû yek bi yek hatin qedexekirin û kurdî qedexe kirin. Di van salan de xebatên wêje û ziman ên modern li tevahiya Kurdistanê belav bû. Kurdan li ku firsendek dîtiye xizmeta pêşxistin û parastina zimanê xwe kirin e. Her tim xwestin e azad bibe. Beriya vê karesata em dijîn yanî çend sal berê zimanê kurdî geş bû. Bi hezaran metin hatin çapkirin. Bi hezaran kes perwerdehiya zimanê xwe dît û vegeriyan cewheriya xwe.”    ‘SIBEROJ RONÎ YE’    Temo da zanîn ku li gel hemû astengî, qedexe û tirsandinê jî her roja diçe eleqeya li hember kurdî zêde dibe û li gel vê serdema xedar jî pêşketinên mezin çêdibin. Temo anî ziman ku di navbera salên 2011 û 2013’an de li qursên KURDÎ-DER’ê hezar û 6 kes mezûn bûn û wiha domand: “Hejmara van xwendekaran ji bo zimanê kurdî bi bandor bû. Li Rojava piştî xwînmij vekişiyan tenê sal par ji dibistana seretayî heta zanîngehan 430 hezar xwendekar perwerde didîtin. Ev hêj didome. Ev ji bo siberoja kurdan pêşketinek herî baş e. Heta ev perwerdehî hebe, dê zimanê kurdî winda nebe. Li her deverê Kurdistanê ji kreşan bigire heta zanîngehan elbet divê perwerdehiya kurdî hebe. Lê belê çi dibe bila bibe divê kurdî ewil li malê bê fêrkirin. Divê em keda hosteyên xwe yên mezin ji bîr nekin û li pey şopa wan xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê li her qadê jiyanê em ji bo azadiya zimanê xwe bixebitin û têbikoşin. Da ku her qada ziman azad bibe. Di roja me îro de girseyek baş xwîner û şopînerên kurdî heye. Xwedî derketina ciwanan a li zimanê xwe siberojê ronî dike.”    'DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BÊ AXAFTIN’    Nivîskar Faysal Ozdemîr jî bal kişand ser derûniya pişaftinê û got: “Vê rewşê li ser zimanê kurdî rewşek derûnî ava kiriye. Wek berê îro jî celad ji bo zimanê kurdî tine bibe, di tevgerê de ne. Di nav asîmîlasyonê de oto-asîmîlasyon jî zêde ye. Îro di nav hin aliyan de têgihiştina axaftina kurdî wek tiştek xerab tê belavkirin. Bi taybetî li malan dîziyên tên temaşekirin jî yek ji vê mînakê ye. Ji ber dibistan û temaşekirina televîzyonên tirkî bandorê li ser dayik û zarokan dike. Çi dibe bila bibe divê em bi kurdî bê axaftin û ji bo em zimanê xwe li her deverê belav bikin xebat bên bileztirikirin.”    Piştî axaftina panelvanan beşdarvanan jî di beşa pirs û bersivan de nêrîna di jiyana rojane de pêwîste her kes girîngiyê bide ser zimanê kurdî. Panel bi xwendina helbestan bi dawî bû.