Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin 2024-03-28 10:57:32   AMED - Tiştên ku weke cîhaza akortê ya tembûrê û hin tiştên din ên girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê bi pereyê xwe kirîne, hatine desteserkirin.    Hate diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, ji ber pêkanîn û nêzîkatiya keyfî ya rêveberiya girtîgehê bi binpêkirinên mafan re rûbirû mane. Girtiyan binpêkirinên mafan û bêhiqûqî ji parezerên xwe yên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ne re vegotin.    Li gorî vegotina girtiyan, ligel guherîna rêveberiya girtîgehê binpêkirina mafan jî zêde bû. Girtiyan, ragihandin ku dermanên weke antibiyotik û janê birînê yên girtiyên nexweş bikartînin, her roj weke dozekê tê dayîn û dan zanîn ku li ser bertekên ku bi zehmetkişandina girtiyên ku nexweşiyên kronîk bi wan re hene hatin nîşandan, rêveberiya girtîgehê dermanan weke heftane dide.    Girtiyan diyar kirin ku di lêgerînên ku di qawişan de tên kirin de ji bilî lênûskên helbest û nîşeyan tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne jî hatine desteserkirin.    DERBARÊ HIN GIRTIYAN DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN   Girtiyan, bi lêv kirin ku di lêgerînan de cihazê akortê yê tembûrê, betaniye yên ji kantînê bi pereyên xwe kirîne û mînderên çêkirine hatine desteserkirin û dan zanîn ku bi hinceta “derveyî armancê bikaranîne” derbarê hin girtiyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.