Li Pêş Sefaretxaneya DYA Îsaîl şermezar kirin 2018-05-15 15:58:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser banga BDS’ê bi dehan kesên li ber sefaretxaneya DYA kom bûn, êrîşa ku Îsraîl li dijî Filîstînê pêk anî şermezar kir.    Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Îsraîlê rexne kir û diyar kir ku aşkere li tenişta tevgera siyonîst a dewleta Îsraîlê cihê xwe girtiye.    Li ser banga Hewldana Boykota ÎsraIîlê ya ji bo Fîlîstînê (BDS), bi dehan kesên li ber Sefaretxaneya DYA ya li Enqereyê kom bûn û li dijî êrîşa Îsraîl ya li ser Fîlîstînê çalakî pêk anîn. Duh piştî DYA sefaretxaneya xwe ji Tel Avîvê anîn Qudsê, welatiyên Fîlîstînî li dijî Îsraîlê li Xezayê çalakî pêk anîbû. Di çalakiyêde herî kêm 60 çalakgerên Fîlîstînî hatin kuştin. Bi sedan kes jî birindar bûn. Welatiyên ku li ber Sefaretxaneya DYA ya Enqereyê pêk anîn êrîşên Îsraîl yên li ser Fîlîstînê şermezar kir. Veli Saçilik  jî piştgirî da çalakiyê. Çalakgeran di çalakiyê de pankarta “70 salin Nakba dimome. veger tune, tekoşîn didome" û dowîzên “Bila hemû têkiliyên bi Îsraîlê re bên qutkirin" û “Bijî Filistina azad” vekirin.    Li ser navê BDS'ê Esma Nur Kaşmar, daxuyani da û diyar kir ku 70 salin dagirkeriya li ser Filistinêdidome û xwest dawî li vê dagirkeriyê bê.  Kaşmar, Tirkiye hişyar kir û xwest êdî hemû tekîliyên xwe yên hevkariyê qut bike. Kaşmar, da zanîn ku bi taybetî piştî DYA Sefaretxaneya xwe bir Qudsê bûyer pêk hat û ji Tirkiye xwest ku peymanên 2 sal berê bi Îsraîlê re pêk anîye betal bike.    Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Îsraîlê rexne kir û diyar kir ku aşkere li tenişta tevgera siyonîst a dewleta Îsraîlê cihê xwe girtiye.    Duh li Qudsê piştî Serokê DYA Trump biryara vekirina sefaretxaneyê da, li Xezayê Îsrailê êrîşî çalakgerên Fîlîstînî kiribû û herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 770 birîndar bû.