53 qadên Besta û Cûdî qedexe kirin 2018-05-15 15:50:40   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, 53 herêmên Besta û Çiyayê Cûdî bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” li sîvîlan qedexe kirin.    Walîtiya Şirnexê, 53 herêmên Besta û Çiyayê Cûdî yên Şirnexê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” ji bo 15 rojan li sivîlan qedexe kirin. Walîtiyê li ser sîteya xwe ya ferî daxuyanî da û qedexeya îlan kirî ji raya giştî re eşkere kir.