Du malbatan şer kir û 4 kes ji hev kuştin 2018-05-15 15:27:22   AMED - Li Erxeniyê, di pevçûna bi çek a di navbera du malbatan de, 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.    Li mezraya Şeyhgur a gundê Akçalale ya navçeya Erxenî ya Amedê pevçûna bi çek dinavbera du malbatan de derket. Hat îdîakirin ku endamên her du malbatan li ser arazî şer kirin û gule li hev reşandin. Di şer de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxanê û  cendirmeyan jî derdora herêmê girtin.