'Bêeleqeya li hemberî Kurdî, ji polîtîkayên pişavtinê xerabtire’ 2018-05-15 14:40:00 AMED - Serokê MED-DER’ê Mehmet Esen, diyar kir ku bêeleqeya li hemberî zimanê Kurdî ji polîtîkayên pişavtinê xerabtire.    Komeleya Lêkolîn a  Ziman û Çanda Mezopotamya (MED-DER), bi boneya 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kur dli Şaxa Hejmara 1’emîn a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê pêk anî. Endamên Dîwana KCD, rêveberên HDP’ê û gelek mamosteyên zimanê Kurdê beşdarî civînê bûn. Di civînê de Serokê Lijneya Rêveberiya MED-DER’ê Mehmet Esen bi Kurmancî û xebatkara ziman Ayşe Newroz jî bi Kirmanckî daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de wiha hat got: “Îro 15'ê Gulanê ye. Roja pîrozkirin û bilindkirina ala zimanê kurdî ye. Ji ber ku kovara Hawarê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve di 15'ê Gulana 1932'an de li Şamê hatiye derxistin û yekemîn kovara Kurdî ya bi tîpên latînî hatiye nivîsandin, kurd 15'ê Gulanê, ji 2006'an vir ve wekî cejneka neteweyî pîroz dikin. Cejin rojên taybet û dilxweşiyê ne. Şahî û şînên Kurdan her tim bi hev re derbas dibin.   Bi daxwaz û armanca politikaya avakirina yek ziman, yek netewe û yek dewlet,  gelên Anatolyayê, Mezopotamyayê û Kurdîstanê gelê Kurd, Çerkez,  hatin bişavtin. Bi van polîtikayên hovane li Anatolyayayê, li Kurdîstanê, li Mezopotamyayê cûr bi cûr gel û netewe, çand û zimanê xwe ji bîr kirin,bi darê zorê bûn tirk. Wek fîzîkî ji ortê hatin rakirin, hatin tunekirin. Di serî de Kurd, Ermenî, Suryanî, Çerkez û hwd, gelek neteweyên din, gelên xwedî baweriyên cuda bi komkujiyke spî re rû bi rû man.   Tunekirina fîzîkî û çandî ti car ji rojeva dewletê derneketiye. Lê belê Kurd jî ti caran teslîmê  van polîtikayên dijdemokratîk nebûne.Berxwedaneke bêhempa nişan didin, têdikoşin û xwe, çanda xwe û zimanê xwe yê pîroz diparêzin.   Ji bo xwedîderketina ziman û çanda xwe, Gelê Kurd, hin îmkan û derfetên biçûk afirandin. Hişmendiya neteweyî pêşve birin, li çand û zimanê xwe xwedî derketin. Li Bakûrê Kurdistanê, hin sazî û dezgeyên ku ji çanda gelê Kurd û zimanê Kurdî re xîzmet dikirin hatin vekirin. Divê çarçoweyê de û gorî armanca xwe xebatan dan meşandin. Van sazî û dezgeyan ji  gelê  Kurd û ji dostên wî eleqeyek mezin jî dîtin. Mixabin dewletê, careke din êrişê kurdan û saziyên wan kir.Bi “Biryarên Di Hukmê Qanûnan”saziyên wan girtin û deriyên wan mor kirin.Piştî morkirina sazî û dezgeyên zimên û yên perwerdehiyê li Kurdîstanê û li Turkiyê xebatên zimên û perwerdehiyê gelek zirar dîtin lê bidawî nebûn. Li ser daxwaza gelê Kurd û dostên wi, û bi têkoşîneke bibiryar,careke din hate vekirin. Xebatên çand û zimên hate berdewamkirin. Niha jî xebat bi vê şêwazê tê domandin.    Em bizanibin ku ziman û çanda Kurdî ne tenê malên sazî û dezgeyên perwerdehiyê ne. Pêwiste gelê kurd li zimanê xwe, li nirxên xwe , bi awayekî xurt xwedî derkeve .Jê hez bike. Zimanê Kurdî bi hemû berfirehiya zarava û devokên xwe, zimaneke qedîm, zimaneke kevnar,  zimaneke resen û dewlemend e. Hebûna Kurdan bi ziman û çanda wan ve girêdayî ye. Bi tenê  axaftina zimen têrî parastina kurdî nake. Eger zimanê kurdî lawaz bikeve, dê mejî, hiş û mantiqa zarokên kurdan jî xirab bibe. Paşguhxistina zimên, dê bi xwe re motîvasyona doza neteweyî jî ji holê rake.    Em divê bîr û baweriyê de ne ku gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa hewl bidin, têbokoşin teqez ew ê biser kevin. Ji hewldanên dewletên dagirkerên bişaftîner û ji politîkayên wan yên tunekirina ziman û çanda Kurdî wêdetir, pirsgirêka herî girîng, xwe bişavtin û xemsariya gelê Kurd ya li hemberî ziman u çanda xwe ye.”   Esen û Newroz herî dawî cejna ziman li gelê Kurd pîroz kirin.