Hevberdevka KÎD Kaya: Bila peymanên bi Îsraîle re rawestîn in 2018-05-15 12:53:48 AMED - Hevberdevka DÎK’ê, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, êrîşên Îsraîlê yên li dijî Fîlîstê şermezar kir û got: “Erdogan bûyaran îstîsmar dike. Ger wisane bila peymanên bi Îsraîlê re rawestîne û balyozxayên Îsraîlê  yên li Tirkiyeyê bigire.” Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) ê êrîşa leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Fîlîstîniyên vekirina Balyozxaneya DYA şermezar kirin û qetilkirin mirovan şermezar kir. DÎK’ê bi tevlîbûna Hevberdevka DÎK’ê, Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya û endamên DÎK’ê li avahiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî.  Kaya di civînê de axivî û got: “Em êrîşên dewleta Îsraîlê ya li dijî gelê Fîlîstînê lanet dikin.”   'AKP DIRÛYE'   Kaya, AKP li dijî êrîşên dewleta Îsraîlê dengên pir kêm derdixwe û wiha bilêv kir: “Erdogan di 28’ê Hezîrana 2016’an de ji ber Doza Marmarayê bi Netanyahu re li hev civiyan. Bi Netanyahu re li hev kirin. Erdogan ev doz firot. Niha jî dewleta Îsraîlê şermezar dike. AKP dirûtiyê dike. Erdogan gel îstîsmar dike. Ger wisane bila peymanên xwe yên bi Îsraîlê re rawestîne û Balyozxaneyên Îsraîlê yên li Tirkiyeyê bigire. ”    Kaya, di dawiya axaftina xwe de, bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kir ku di qada navneteweyî de Îsraîlê şermezar bikin.