Prof. Kuçuradî: Divê mafê mirovan wekî ehleq bê fêrkirin 2018-05-15 12:32:56 ENQERE - Seroka Saziya Felsefeyê ya Tirkiye û Midûra Navenda Lekolîn û Pêkanîna Mafên Mirovan a Zanîngeha Maltepe  Prof. Dr. Îoanna Kuçuradî ya li ser mafên mirovan, felsefeya mirov û elheqê mirovan lêkolîn kiriye, der barê mafên mirovan diyar kir ku divê “Mafê mirovan li Tirkiye wekî ehleq bê feêrkirin.  21'emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Gêzik ên Difirin (Uçan Supurge) ya Navneteweyî di 10'ê Gulanê de dest pê kir û dê heta 17'ê Gulanê li Enqereyê bidome. Mihrîcan bi têmaya "Hêvî" dest pê kir û didome. Di mihrîcanê de zêdeyî 60 fîlm li Buyulu Fener, Navenda Hunerên Hemdem û Navenda Çanda Fransî tên şêndin. Li gel pêşandana fîlman dê gelek şahiyên din jî tên pêşandan. Di bernameyan de Derhênera Îranî Rakhshan Banietemad wekî mêvana rûmetê amade ye. Yekemîn seroka jin a Zelanda Helen Clark jî di nava mêvanan de cihê xwe digire. Xwediya xelatên TEMA lêkolîner filozof, nivîskar Seroka Saziya Felsefeyê ya Tirkiye û Midûra Navenda Lekolîn û Pêkanîna Mafên Mirovan a Zanîngeha Maltepe  Prof. Dr. Îoanna Kuçuradî ya li ser mafên mirovan, felsefeya mirov û elheqê mirovan lêkolîn kiriye jî amade bû. Di mihrîcanê de Prof. Dr. Ioanna Kuçuradî der barê rewşa mafên mirovan û geşedanên li Tirkiye ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.    Kuçuardî, diyar kir ku li Tirkiye û cîhanê sedema tundiyê ji ber xezeb û çavsoriyê ye û wiha got: “Mirov êdî li hev hatine xezebê û hev dikujin. Li cihê ku mirin lê hebe ez tune me. Bi tu awayî mafê kuştinê tune ye. Mafê kesî tune kesî bikuje. Lê niha mirov hev dikujin. Teror çiye? Li cîhanê tişta herî ku neyê kirin teror e. Mirov tên tunekirin. Tiştekî wisa nayê qebûlkirin. Divê mirov karibe bê tundî û bi riya ziman hev fam bikin. Ji bo vêyekê jî perwerdehiyek sererast divê. Lê cihê ku perwerde tune be hêrs û xezed derdikeve pêş."     AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ    Kuçuradî, bal kişand ser wateya azadiya raman û îfadeyê jî û wiha berdewam kir: “Ez azadiya îfadeyê nizanim. Bi tena serê xwe dibe sînorê heqaretê jî derbas bike. Azadiya ramanê tişta nû ye. Destnedayina mirovan e. Her çend dijber be jî destnedayîna mirovan e. Ger ku mafê min ê axaftinê hebe ez dê bêjim. Car caran azadiya raman û azadiya propaganda tê devli hevkirin. Azadiya keneetê çiye?  Azadiya qeneetê, divê mirov karibe azadiya qeneeta xwe ava bike. Li Tirkiye heta cihekî azadiya qeneetê heye. "    'EM DIKARIN BIKIN KU MIROV WEKÎ MIROVAN BIJÎN'   Kuçuradi, bal kişand ser perwerdehiya zarokan û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiye û cîhanê zarok herî zêde ferî zanistiyê û agahiyê tên kirin. Lê zêde fêrî sinc û elheqê jiyanê nayên kirin. Li vî welatî hiqûq û perwerde baş û rast nayê kirin. Divê berî her tiştî mafên mirovan û perwerdehiya sincê bê dayîn û sinc bê fêrkirin. Ger ku hûn parlamenterek bin divê hûn mafên mirovan baş zanibin.  Divê hûn sincê civakê  baş zanibin. Ji ber vê yekê kesên zagonan ava dikin û zagonan dixin meriyetê her çend zagonên hiqûqê bixwînin jî divê perwerdehiya giştî ya mafên mirovan û sinc baş zanibin. Divê berî her tiştî em karibin rê li pêş jiyana mirovan a mirovene vekin."     DIVÊ MAFÊ MIROVAN WEKÎ SINC BÊ FÊRKIRIN   Kuçuradî, herî dawî da zanîn ku ger parazvanên mafên mirovan bûbin wekî şeytan sedema vê yekê ji ber cehaletî û nezanînê ye û wiha bi dawî kir: "Ji bo mirov û parazvanên mafên mirovan ji vê rewşê xelas bibin divê berî her tiştî perwerdehiya rast bibînin. Divê tenê perwerdehiya hiqûqî nebînin. Divê sinc jî bê fêrkirin. Ji bo îhlala mafên mirovan bê rawestandin divê berî her tiştî mirov îhlal neke. Divê tu mafê ên din îhlal neke. Hem felsefe û hem jî mafên mirovan di nava hev de ne. Divê em karibin têkiliya wan baş bi hev girê bidin.   DIVÊ BERÊ MÊR BÊN PERWERDEKIRIN   Ji bo li Tirkiye jin bêtir bibin xwedî maf û gotin divê berî her tiştî mêr bên perwerdekirin. Divê jin rast bi şopa perwerdehiyê bikevin. Divê hewldana perwerdehî û çandê pêş bikeve. Ji bo rewşa jinan baştir bibe divê berî her tiştî mên bên perdekirin.      MA / Bêrîvan Altan