Kurd cejna ziman di bin darbeya OHAL'ê de pîroz dikin 2018-05-15 10:06:37 AMED - Îro 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd cejna ziman di bin darbeya OHAL'ê de piroz dikin. Piştî OHAL hat îlan kirin dibistanên seretayî yên zimanê kurdî hatin girtin û navê gelek saziyên kurdî hatin guhertin. Saziyên xizmeta ziman ên şaredariya DBP'ê hatin girtin. Bi taybetî di 2 salên dawî de gelek sazî û rêxistinên xizmeten ziman didan, hatin girtin.  Zimanzan û rewşenbirê kurd Celadet Eli Bedirxan û hevalên xwe di 15'ê Gulana 1932'an de li Şamê dest bi weşana Kovara xizmeta ziman, çand, dîrok û felsefeyê dike kirin. Kovara Hawarê heta  1943'an hat weşandin. Piştî vê yekê Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) di sala 2006'an de roja destpêkae Kovara Hawarê 15'ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî îlan kir. Kurd 12 salin 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Zext û tundiya li ser ziman ku di serdema Osmanî û piştî avakirina komarê de berdewam kir, hêj didome. Bi taybetî piştî di 2 salên dawî de li Tirkiye OHAL hat îlankirin zextên li ser ziman zêdetir bûn. Bi taybetî gelek sazî û dezgehên ku di bin Şaredariyên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) de xizmeta ziman didan, yek bi yek hatin girtin û navê wan hat guhertin. Di 11'ê Îlona 2016'an de piştî qeyûm tayînî gelek şeradariyên DBP’ê hatin kirin û şûnde bi giştî qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin, 10 şaredariyên Bajar, 72 navçe û 12 bajarokan bi giştî qeyûm tayînî 94 şaredariyan hatin kirin.    PIŞTÎ QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYAN KIRIN NAVÊ KURDÎ RAKIRIN   Her çend AKP û Serokomar Erdogan bi hebûna kurdî propaganda bike û bêje 'Kurdî serbest e' jî piştî tayînkirina qeyûman tabelayên kurdî hatin rakirin, navê kurdî hat guhertin û hemû nîşaneyên kurdî û çanda kurdan hatin rakirin û guhertin. Gelek tabelayên ku şaredariyên DBP'ê bi kurdî, tirkî, erebî, suryanî û ermenî nivîsandibûn ji aliyê qeyûmê ve hatin rakirin. Li şûna wan tabelayên tirkî lê xistin. Gelek tabelayên esnafan yên bi kurdî darvekiribûn, rakirin û li şûna wan navê tirkî danîn. Navê park, baxçe, qadên çand û werzîşê yên bi kurdî hatin guhertin û li şûna wan navê tirkî hatin danîn. Navê tabelayên gelek gundan hatin rakirin û li şûna wan tabelayên tirkî hatin danîn. Dîza li dibistan û kireşên bi kurdî perwerde didan mufredat guhertin û tenê perwerdeya tirkî dan. Krêşên Zarokîstan, Xalxalok, Ferzad Kemanger û yên din ku bi kurdî perwerde didan zarokan hatin girtin.    Li gorî rapora Rêveberiyên Herêmî li 14 bajarên ku 4 milyon 730 hezar mirov lê dijî li navendên çandan xizmetên şano, sînema, muzîk û çandê yên bi kurdî dihatin dayîn tev hatin girtin û li şûna wan tenê xizmeta bi tirkî an jî xebatên din tên dayîn. Navenda Çandê ya Nûda ya Şaredariya Wanê, hat girtin. Şanogerên Şanoya Bajar a Mezin a Amedê ji kar hatin derxistin. 21 mihrîcanên çanda kurdî hatin betalkirin. Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan a di bin Şaredariya DBP'ê ya Sêrtê de xizmet dida hat girtin û pirtûkên kurdî jê hatin derxistin.    Navên park û bîrdariyan hatin guhertin. Navê parka Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun, Helbestvan û filozofê kurd Ehmedê Xanî, siyasetmedarê kurd Orhan Dogan û gelek navdaran hatin guhertin. Dîsa peykerê zarokê 12 salî yê bi 13 guleyan hat kuştin Ugur Kaymaz li Qoserê û birdariyên li Sûrê hatibûn danîn hatin rakirin. Parka ku navê Ceylan Onkol a 12 salî ku hat kuştin lê kiribûn hat guhertin. Peykerê 34 kesên li Roboskê hatin kuştin ê li Parka Roboskê hatibû danîn hat rakirin. Navê Parka Mervanî hat guhertin. Peykerê 2 Lamassus (Mirovê du serî) hat rakirin.