Qeyika penaberan noqî avê bû: 7 penaber fetisîn 2018-05-15 08:09:36 ÇANAKKALE - Li Navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê qeyika penaberan nokî avê bû. 2 jê zarok bi giştî penaber di deryayê de fetisîn. 13 penaber jî hatin rizgarkirin.  Li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê qeyika ku penaber ji Çanakkale dibirin Girava Midilli ya Yunanîstanê noqî avê bû. Qeyika Fiber a penaberan piştî noqî avê bû 2 jê zarok 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyere de 13 penaber jî hatin rizgarkirin. Piştî lêgerîna yekîneyên peravê, cenazeyên 7 penaeran hat dîtin. Hat diyar kirin ku ji 7 kesan 2 jê zarok in. Cenazeyê penaberan anîn Bendera Babakale ya Çanakkaleyê.