Zarokê 17 salî ku birûskê lê da mir 2018-05-14 17:37:47   MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê brûskê li zarokê 17 salî Îslam Oztemel ê pez diçêrand xist û jiyana xwe ji dest da.    Duh di saetên nîvro de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê brûskê li zarokê 17 salî Îslam Oztemel ê bizin diçêrand xist û bi giranî birîndar bû. Oztemel ê diçû pola 12'an a Lîseya Anadolu  bi giranî birîndar bû û 12 bizinên wî jî mirar bûn. Piştî welatî bi bûyerê hisiyan yekîneyên tenduristiyê şandin cihê bûyerê û Oztemel rakirin nexweşnaneya Mêrdîn. Îslam Oztemel serê sibê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.