Serlêdana malbatan cara 75’an jî hat redkirin 2018-05-14 15:52:45   STENBOL – Serlêdana daxwaza hevdîtinê ya malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din cara 75’emîn hat redkirin.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan bi boneya hevdîtinê roja înê bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Dozgeriyê îro bersiva serlêdanê da û red kir. Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li heman girtîgehê dimînin jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Dozgeriyê serlêdana her sê malbatan jî red kir.     Malbat ji 11’ê îlona 2016’an ve nikarin bi xizmên xwe re hevdîtin bikin û ev cara 75’an e serlêdana wan tê rêdkirin.