Parêzerên Demîrtaş dê sibe ji bo berdana wî serlêdan bikin 2018-05-14 15:47:44 ENQERE - Parêzerên namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, sibe li Edliya Enqerê, ji bo berdana Demîrtaş dê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqerê bidin. Parêzerên namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, piştî namzetiya Demîrtaş di lîsteya YSK’ê ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ji bo bê berdan dê sibe saet 10’an de li Edliya Enqerê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqerê bidin.    DÊ JI BO TRT'Ê JÎ SERLÊDAN BIKIN    Parêzer dûre ji bo axaftina propagandaya hilbijartinê ya namezetên serokkomariyê jî dê serî li TRT’ê bidin.