HDP dê rejîma yek zilam ji holê rake 2018-05-14 15:26:35 STENBOL – Hevseroka EHP'ê Sibel Uzun û Hevberdevka Partiya Pêşeroja Çep û Kesk Eylem Tuncaelli, bal kişandin ser danezana HDP'ê û diyar kir ku hem danezanek piranîparêz hem jî demokratîk e.  Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezaî  Temelli, danezana partiya xwe aşkere kirin. Hevseroka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sibel Uzun û Hevberdevka Partiya Pêşeroj a Çep û Kesk Eylem Tuncaellî nirxandin kirin.      Hevseroka EHP'ê Sibel Uzun, bal kişandin ser danezana HDP'ê û diyar kir ku hem danezanek piranîparêz hem jî demokratîk e. Uzun, diyar kir ku li Tirkiye pirsgirêka herî mezin pergala yek zilamî ye û danezana hilbijartinê danezanek demokratîk, piranîparêz e. Bi piranî li ser pirsgirêka jin, ciwan, kurd, kedkar, xizan û kesên cuda bi berfirehî rawestiya ye. Uzun, xwest her kes çalak di xebatên hilbijartinê de cih bigire û ji bo HDP û Demirtaş bixebitin.    Hevberdevka Partiya Pêşeroja Çep û Kesk Eylem Tuncaelli jî anî ziman ku ev danezana HDP'ê ji bo jin, zarok, ciwan, karker û kedkaran û hemû beşê civakê heviyek mezin e û xwest her kes çalak di xebatan de cih bigirin.