Komîsyona Astengdaran a HDP’ê astengdaran vexwend têkoşînê 2018-05-14 15:09:29 ÎZMÎR – Komîsyona Astengdaran a HDP’ê bi boneya Hefteya Astengdaran daxuyanî da û banga têkoşîna nav refên HDP’ê li astengdaran kir.  Komîsyona Astengdaran a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya Hefteya Astengdaran a di navbera 10-16’ê Gulanê de pêk bê li avahiya HDP’a Îzmîrê civîna çapameniyê li dar xist. Endamê Meclîsa HDP’ê yê ji çavê xwe astengdar Zuhtu Turgut daxuyanî da.   Turgut diyar kir ku AKP’ê 10-16’ê Gulanê wek “Hefteya Seqetan” îlan kiriye û li ser bertekan wek “Hefteya Astengdaran” hatiye sererastkirin û di nav civakê de herî zêde astengdar tên eciqandin û astengdaran ji nedîtî ve tên.    ‘ASTENGDARAN WEK DEPOYA DENGAN BIKAR TÎNE’    Turgut anî ziman ku HDP girîngiyê dide kesên astengdar û kesan wek kirde tev li civakê dike. Turgut da zanîn ku desthilatdariya siyasî wek li her qadê astengdaran jî îstîsmar dike û hikumeta AKP’ê astengdaran wek depoya dengan dibîne. Turgut banga têkoşîna nav HDP’ê li astengdaran kir û xwest hemû astengdar di refên HDP’ê de têkoşînê bike.