HDP’ê li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em zarokên xwe ji bîra nekin 2018-05-14 15:08:24 MÊRDÎN – Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di vekirina buroya hilbijartinê ya li Nisêbînê de got: “Bêyî em zarokên xwe ji bîra bikin, biçin 24’ê Hezîranê.”  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li navçeya Nisêbînê buroya yekemîn a hilbijartinê vekir. Buro li ser kolana Midyadê ya li taxa Devrîmê vebû û li gel bernamzetên HDP, rêveberên HDP û DBP, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê gelek welatî tev li merasîma vekirinê bûn. Welatiyan govend gerand û slogana “Bijî berxwadana HDP’ê" berz kirin.    ‘GEL DÊ DI SINDOQAN DE BERSIV BIDE’    Di vekirina buroyê de ewil Hevserokê HDP’a Nisêbînê Ferhat Kut axivî û got: “Gelê Nisêbînê her tim xwedî li vîna xwe û dengê xwe derketiye. Dê Nisêbîn wek serdemên berê dîsa helwesta xwe diyar bike.”    Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sancar jî wiha axivî: “Em ji maşîneyên wan zirxî û jopên wan natirsin. Bi zext û zilmê tu kes nikare serkeftinê bi dest bixe. Dê gel hesabê şerê li bajêr û cenazeyên ji nav kavilan derdikevin di sindoqê de bipirse.”    ‘WÊ WINDA BIKIN’    Herî dawî Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Dê Nisêbîn bi reng, coş û biryardariya xwe derkeve asta herî jor. Yên dixwazin vî rengî biçilmişinin, dê ji holê winda bibin. Dixwazin her tiştî bi zilmê birêve bibin. Hîtler xwestin vê yekê bikin lê winda kirin. Ew jî dê winda bikin. Dê gel di sindoqan de bersiva hilweşandina bajêr bide. Yên vîna gel nas neke em jî nas nakin. 24’ê Hezîranê mîladek e. Vî gelî gelek caran di sindoqan bersiv da. Ev gel we naxwaze. Gel aştî, demokrasî û biratiyê dixwaze. Dixwaze li kolan û taxên xwe azad bijîn. Dê HDP ahenga vê hilbijartinê biguherîne. Bêyî em zarokên xwe ji bîra bikin, em biçin ser sindoqên 24’ê Hezîranê.”    Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê qurdeleya buroya hilbijartinê li gel HDP’iyan birîn û li buroyê govend hat gerandin.