Leşkeran bi ser adresên şaş de girtin 2018-05-14 12:34:01   MÊRDÎN - Lêşkerên bi ser malên du birayên hev Mîr û Yusuf Dayan ê li gundê  Marîne ya Nîsêbînê de girtin, piştî lêgerînê, diyar kir ku wan bi ser adresên şaş de girtine.   Leşkeran di saetên serê sibê de bi ser gundê Marîne ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê de girtin. Leşkerên bi ser malên du birayên hev Mîr û Yunus Dayan de girtin, lêgerînek hûr û kûr pêk anîn. Leşkerên tiştek nedîtin, ferq kirin ku bi ser malên adresên wan şaş de girtine. Leşkerên ev yek ferq kirin, dûre ji gund derketin. Leşkeran, diyar kirin ku ew li kesekê navê wî nehat zanîn digerin.