Dadgeha Babê her DAIŞ'iyek bi 5 hezar dolarî firot MÎT'ê 2018-05-14 11:46:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku beriya operasyona li dijî Efrînê Dadgeha Babê bi hezaran endamên DAIŞ'ê firotiye MÎT'ê û her endamekî DAIŞ'ê bi 5 hezar dolarî firot MÎT'ê.  Tirkiye di 24'ê Tebaxa 2016'an de bi navê Mertalên Firatê operasyona li dijî DAIŞ'ê pêk anî û ket Cerablusê. Mertalên Firatê bi Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ketin Cerablusê. Dema TSK û OSO li dijî Cereblus û Bab'ê operasyon pêk anî gelek endamên DAIŞ'ê derbasî nava OSO bûn. Çavkaniyên heremî diyar kirin ku piştî TSK û OSO ketin Minbiçê û derbasî Babê bûn, gelek endamên DAIŞ'ê derbasî OSO bûn. Çavkaniyan diyar kir ku dema Mertala Firatê amdekariyên operasyona li dijî Efrînê dikir, komek endamên DAIŞ’ê yên li Babê û herêmên Mertala Firatê li hemberî dolaran kirîn û şandin ser Efrînê. Çavkaniyê da zanîn ku koma DAIŞ’ê ji aliyê Dadgeha Leşkerî ya Babê ve hatin firotin. Çavkanî da zanîn ku Dadgehê li hemberî firotina wan ji MIT'a Tirkiyê ji bo her endamekî DAIÎŞ'ê 5 hezar dolar xwestiye. Çavkaniyê da zanin ku Cîgirê Giştî yê Dadgeha Babê Tewfîq El Elî endamên DAIŞ'ê li hemberî hezar dolaran firotine MÎT'ê. Lîsteya navê endamên DAIŞ’ê yên firotin MIT'ê hate bidestxistin. Çavkanî destnîşan kir ku firotin di dema Tirkiye amadekariya operasyona li dijî Efrînê dikir pêk hat. Lîsteya 144 endamên DAIŞ’ê yên ku hatine firotin hate bidestxistin. Çavkaniyan tekez kirin ku bi hezaran kes hatin firotin û ev tenê beşek ji hejmara giştî ya navan e.    MA / Erdogan Altan