HDP danezana xwe ya hilbijartinê aşkere kir: Tu dikarî 2018-05-14 11:28:51 ENQERE – HDP danezana hilbijartina Serkomariyê û parlamenteriyê bi raya giştî re aşkere kir.  Di hilbijartina 24’ê Hezîranê ya zordest de “partiya kilîd” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartina serokomariyê û parlamenteriyê danezana xwe li Otela Hîltona a Enqereyê bi civînek berfireh bi raya giştî re aşkere dike.    Sloganên sereke yên rojeva civînê diyar dikin ên mîna “Tu dikarî”, “Bi jinan dê bê guhertin”, “Bi ciwanan dê bê guhertin”, “Mirovekî Baş Demîrtaş”, “Em li vir in dikarin” û “Dengek ji bo Demîrtaş û dengek ji bo HDP’ê” li salona civînê hatin daliqandin.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê û rêveber û endamên HDP’ê tev li civînê bûn.    NÛNERÊN HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ LI CIVÎNÊ NE    Pêkhateyên HDP’ê Berdevka HDK’ê Gulîstan Koçyigît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Pîroglu, Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmoglulari, Berdevka SKM û endamê MYK’a ESP’ê Beycan Taşkiran, Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Hacer Ozdemîr, Hevserokên Partiya Siberoja Çep û Kesk Nacî Sonmez û Eylem Tuncaelî, Ji SODAP’ê Kezan Konukçu, endam û rêveberên EMEP, EHP, HTKP, Malên  Gel, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partîzan, Kaldiraç, DSÎP, TOZ, ji partiyên kurd Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, ji akademisyen, rewşenbîr û nivîskaran Îsmaîl Beşîkçî, Fîkret Başkaya, Baskin Oran û Ayşen Uysal û gelek nav û navdarên din beşdarî civînê bûn.    Bernamzetên HDP’ê yên wekîliyê jî beşdarî civînê bûn.    NAVÊ SIYASETMEDARÊN GIRTÎ HAT XWENDIN    Civîna aşkerekirina danezanê bi pêşandana sînevizyona ji dîmenên berê yên namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş pêk tên dest pê kir. Pişt re navê 11 wekîlên HDP’ê yên girtî û siyasetmedarên kurd ên girtî hat xwendin. Dema nav hatin xwendin dengê çepikan salonê hilweşand.    Civîn xwendina danezan û daxuyaniya Buldan û Temellî didome.