2 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin 2018-05-14 11:11:01   ÎZMÎR - Li Îzmîrê di kontrola GBT’ê de bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Bi guman” 2 kes hatin binçavkirin.    Welatî Enes Çaglayan, li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê şeva 13’ê Gulanê di kontrola GBT’ê de polîsan telefona wî jê girtin û piştî  hesabê wî yê medya civakî kontrol kirin, binçav kirin. Çaglayan ê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hat binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Çankaya ya Midûryeta Polîsan a Îzmîrê.  Welatî Servet Karakaya jî bi heman awayî di saetên serê sibê de gava xwest ji Gazîemîr derbasî Konakê bibe ket kontrola GBT’ê ya polîsan û hat binçavkirin.    Karakaya yê bi hinceta “Bi gumane” hat binçavkirin, birin Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê.