Maşina kar gaziyê Kibrisê eciqand û kuşt 2018-05-14 10:48:07   KOCELÎ - Li Kocaeliyê maşîneya kar a bi palet, li ser Rêya Bejayî ya Marmara Bakur gaziyê Kibrisê Kadîr Tanaç ê hesinê xurde kom dikir, di bin xwe de eciqand û kuşt.    Li Gundê Korfez Sevindiklî yê Kocaeliyê li ser Rêya Bejayî Marmaraya Bakur ku înşaeta wê didome, maşîneya kar a bi palet ku ajokariya wê H.B. dikir, Gaziyê Kirbirsê Kadir Tanaç ê hesinê xurdeş kom dikir, di bin xwe de eciqand û kuşt. Cenazeyê Tanaç piştî otopsiyê teslîmî malbata wî kirin. Ajokarê Maşîna Kar H.B ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin.