Encamên hilbijartina Iraqê yên 10 bajaran eşkere bûn 2018-05-14 09:42:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, encamên fermî yên hilbijartina parlamentaya Iraqê yên 10 bajaran eşkere kirin. Endamên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, li Bexdayê civîneke çapemeniyê pêk anî û  encamên hilbijartinê yên li 10 bajaran eşkere kirin. Endamên komîsyonê, diyar kirin ku jimartina dengan li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê yên herêma Kurdistanê neqediyane û ji bo pirsgirêkên jimartina dengên li Kerkûkê jî çareser bibin, komîsyona hilbijartinê dixebite.   Di daxuyaniyê de, Bexda, Kerbela û Diyala jî di nav de encamên fermî yên 10 bajaran hatin eşkerekirin. Hat ragihandin ku Necef jî di nav de jimartina dengan li hin bajaran hê didome.   Koalîsyona Saîrûn/Koalîsyona Şoreşgeran ku Lîderê Tevgera Sadr Muqtda Sadr destekê dide, li Bexdayê bû yekemîn û 18 kursî bi dest xist. Encamên fermî yên li Bexdayê wiha ne:   Koalîsyona Saîrûn/Koalîsyona Şoreşgeran ku Lîderê Tevgera Sadr Muqtda Sadr destekê dide: 413.638   Lîsteya Fetîh a bi serokatiya Hadî Amîrî ku lîderê Haşdî Şabî ye: 233.298   Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Serokwezîrê berê nûrî Malîkî: 211.243   Koalîsyona Vataniyye ya bi serokatiya Alîkarê Serokkomar Iyad Ellawî: 204.686   Koalîsyona Nasr/Serketinê ya bi serokatiya Serokwezîrê niha Haydar Ebadî: 194.767   Koalîsyona Biryara Iraqê: 94.308   Tevgera Hîkmet a Neteweyî ya bi serokatiya lîderê Şîa Ammar El Hekîm: 91.039   Koalîsyona Bexdayê: 86.315   Biyarek El Hayr: 68.315   Temeddun: 31.111   Tifaqa Sivîl a Demokrat: 29.719   Partiya Sivîl: 29.603   Tevgera Îradeyê: 24.423   Koalîsyona Têkoşîna ji bo Guhertinê: 19.843   Lîsteya Piştgiriyê: 18.927