Dersim li dijî tifaqên rast xwe ji reqorê re amade dike 2018-05-14 09:22:07 DERSIM  - Hevserokê HDP’a Dersimê Murat Polat diyar kir ku amadekariyên teknîkê yên wan hilbijartinê temam bûne û Dersim li dijî tifqên rast xwe ji reqorê re amade dike.  Li Dersimê jî wek her bajarê din xebatên hilbijartinê didomin. Balkêş e ku xebatên hilbijartinê ya HDP’ê li Dersimê ciwan birêve dibin. Hevserokê HDP’a Dersimê Murat Polat der barê hilbijartinê de axivî.    ‘ELEQEYA LI HEMBER HDP’Ê YA XWEDÎ DERKETINÊ YE’    Polat da zanîn ku ji roja biryara hilbijartina zordest hat girtin şûn ve dest bi xebatan kirin e û ew ji roja ewil ve ji hilbijartinê re amade ne. Polat destnîşan kir ku HDP di pêvajoyek zehmet de derbas dibe û got: “Li gel vê rewşa dijwar jî xebatên me bi lez dewam dikin. Serlêdanên bernamzetiyê temam bûn. Gel eleqeyek mezin nîşan da. Ev jî wateyek mezin e. Gel li gel hemû zextan xwedî li HDP’ê derdikeve.”    ‘AMADEKARIYÊN ME YEK BI YEK TEMAM DIBIN’   Polat anî ziman ku xebatên destpêkê yên li navçeyan û navenda bajêr temam bûne û wiha axivî: “Hefteya pêşiya me em ê buroyên xwe vebikin. Yek ji pirsgirêkan jî ewlehiya dengan e. Yek jî rêbazên dixwazin HDP’ê di bin bendê de bihêlin, dizîkirina dengan e. Em jî li Dersimê li dijî dek û dolaban xebatên xwe birêve dibin. Ji niha ve peywîrdarên me yên li ser sindoqan amade ne. Em ê dengên gelê xwe heta dawiyê biparêz in. Di heman demê de jixwe dê gel xwedî li dengên xwe derkeve.”    ‘DERSIM LI DIJÎ TIFAQA RAST DÊ REQORÊ BIŞKÊNÊ’    Polat diyar kir ku hilbijartin di şertên wekhev de pêk nayên û got: “Namzetê me Selahattîn Demîrtaş hêj dîl girtîne. Ji ber vê yekê be jî dê HDP bi rekorek mezin dengan li Dersimê bistîne. Wê li dijî tifaqên rast em ê bi ser bikevin. Ji bo HDP di bin bendê de nemîne gelê me xebatan birêve dibe. Em ê mal bi mal bigerin û propaganda hilbijartinê bikin. Li Dersimê tê gotin dê girseya CHP’ê jî destek bide HDP.”